Washingtonê agirbesta Îsraîl û Lubnanê 45 rojên din dirêj kir

Washingtonê ragihand ku ji bo ku rê li ber danûstandinên siyasî û ewlehî yên di navgera Îsraîl û Lubnanê de di hefteyên pêş de were vekirin agirbest heta 45 rojan hate dirêjkirin.

Washingtonê agirbesta Îsraîl û Lubnanê 45 rojên din dirêj kir
15 gulan, 2026   23:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di daxuyaniyekê de peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de ji bo 45 rojên din dirêj kir. Wezaretê da zanîn ku dirêjkirina agirbestê bi armanca ku rê li ber pêşketinê li ser mijarên di navbera her du aliyan de nehatine çareserkirin were vekirin. Her wiha hat diyarkirin ku wê di destpêka Hezîranê de rêça siyasî ya danûstandinan ji nû ve were destpêkirin.

Wezareta Derve ya DYAˊyê di daxuyaniya xwe de got "agirbesta di navbera Îsraîl û Lubnanê de dê ji bo 45 rojan were dirêjkirin da ku rê li ber pêşketinê li ser mijarên heyî veke. Dê wezaret di 2 û 3ˊyê Hezîranê de dîsa beşdarî rêveçûna siyasî ya danûstandinan bibe."

Wezareta Derve da zanîn ku danûstandinên ku duh û îro pêk hatine "pir berhemdar" bûn.

Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin ku rêveûna ewlehiyê dê di 29ˊê Gulanê de li Wezareta Parastinê ya DYAˊyê bi beşdariya şandeyên leşkerî yên ji her du welatan were destpêkirin."

(fr)