ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-1-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-1-2024
14 ÇILE, 2024   02:00

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de cih da rewşa li herêmên hikumeta Şamê, rageşiya li Deryaya Sor û şerê li Xezayê.

Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku rewşa Başûrê Kurdistanê di her alî de xirab e û got: “Eger li Başûrê Kurdistanê  di nava çend mehên de bê guhertin çênebe bê guman dê serhildaneke giştî li Iraq û Başûrê Kurdistanê çêbibe.”

Xiyaneta ku 12 sal beriya niha Fermandar Xebat Dêrik şehîd xist, nokeriya xwe bi rengên cuda berdewam kir. Lê şopdarên Şehîd Xebat bi avakirina pergala parastinê û sîstema azadiyê bersiva herî baş dan û didin. 

Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê got dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê û Şehbayê delîla bêçarebûn û têkçûna hikumeta Şamê ye.

Xelkê navçeya Dirbêsiyê li gundê Qêrewan sersaxiyê dide şervanê QSDˊê şehîd Hisên El Hesen, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêvebeirya Kampa Serêkaniyê der barê cezayên darvekirinê li dijî jinên li Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve daxuyaniyekê dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyayê li Hesekê civîna xwe ya salê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li pêş mala malbata şehîd a li beşa rojhilata taxa Şêxmeqûsdê ya Helebê sersaxiyê ji malbata şehîd Şervan Heleb dixwaze, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê li gundê Um Îzam ê li başûrê navçeyê sersaxiyê dide malbata şehîd Ebdullah Xidir Hemdan ê şervanê QSDˊê, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA