ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-12-2025
5 kanûn, 2025   02:00

Jinên ji Efrîn û Şehbayê yên ku bi darê zorê ji warê xwe hatine koçberkirin, xwest dagirkeriya li herêma wan bi dawî bibe û ji bo vegera wan a ewle û birûmet garantî werin dayîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Rojnamevanan têkildarî provakasyonên hikumeta veguhêz hişyarî da û diyar kir ku zimanê wê dabeşbûnê kûrtir dike û dibe sedema gefa li dijî qonaxa demkî ya Sûriyeyê. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji ber hişkesaliyê û kêmbûna rêjeya baranê, bandor li ser sewalvaniyê û bi taybetî jî li hêştirvaniyê çêbû. Ev jî bû sedem ku xwediyên hêştiran bang li aliyên berpirs bikin ku ji wan re êm peyda bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Vê hefteyê dê Hunergeha Welat klîba ku li ser şehîd Ezîz Ereb çêkiriye parve bike û li bajarê Hesekê Festîvala Muzîk û Stranan a Orkêş a 3’yemîn bê lidarxistin. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Ciwan a Sûriya Demokratîk bi çalakiyekê li hola MSDˊê ya bajarê Hesekê avakirina meclisa xwe radigihîne, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN