Şandeyek Rêveberiya Xweser li Lubnanê tev li pîrozbahiya Cejna Fînlandiyayê bû

Şandeyek ji nûnertiya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Lubnanê tev li pîrozbahiya Cejna Neteweyî ya Fînlandiyayê ya li Beyrûtê bû.

Şandeyek Rêveberiya Xweser li Lubnanê tev li pîrozbahiya Cejna Fînlandiyayê bû
Şandeyek Rêveberiya Xweser li Lubnanê tev li pîrozbahiya Cejna Fînlandiyayê bû
Şandeyek Rêveberiya Xweser li Lubnanê tev li pîrozbahiya Cejna Fînlandiyayê bû
4 kanûn, 2025   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ji nûnertiya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Lubnanê bi serkêşiya Ebduselam Ehmed ku nûnerê rêveberiyê li Lubnanê ye tev li pîrozbahiya Cejna Niştîmanî ya Fînlandiyayê bû. Pîrozbahî ji hêla Sefaretxaneya Fînlandiyayê ya li Beyrûtê ve li Otêla Mövenpick hate organîzekirin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ev bone li sefîrê Fînlandiyayê yê li Beyrûtê Anne Miskanen pîroz kir û pesna helwestên Helsinki yên piştgiriya gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê da.

Bi rêya Komeleya Newroz a Çandî û Civakî şandeyek Kurdistaniyên li Lubnanê bi serkêşiya Henan Osman û serokê komeleyê Cemal Hesen ve tev li pîrozbahiyê bû.

(fr)