Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li Dirbêsiyê hat pîrozkirin

Gelê Dirbêsiyê di pîrozbahiya 4`ê Nîsanê de got dê komployên li dijî gelê Kurd têk bibin û projeya neteweya demokratîk bi ser bikeve.

4 nîsan, 2026   15:11
HESEKÊ

Xelkê bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê bi xemla biharê ya cil û bergên xwe li qada pîrozbahiya roja 4`ê Nîsanê li hev kom bû. Şêniyan cil û bergên xwe yên kurdî li ber xwe kiribûn û dest bi pîrozbahiyê kir. 

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdan, bi navê Kongreya Star Ebîr Hesen axivî û got: "Gelê Kurd bi îradeya xwe komplo têk birin. Bi hezaran keç û xortên Kurd ji bo parastina fikir û ramanê Rêber Apo canê xwe feda kirin. Projeya Rêbertî ya neteweya demokratîk dê biserbikeve. Em ê hemû komployên li dijî îrade û azadiya gel têk bibin.”

Di berdewama pîrozbahiyê de hunermend Geşbîn Nebo ya ji Navend Çand û Hunerê ya Hesekê, hunermend Aycan Kobanê û Koma Şehîd Zîlan a Navenda Çand û Hunerê ya Dirbesiyê pîrozbahiya rojbûna Rêber Apo (4`ê Nîsanê) geş kir û beşdaran govend gerand.

(np)

ANHA