Komeke din a dîlgirtiyan dê vê hefteyê werin berdan

Di çarçoveya bicihanîna peymana 29'ê Çileyê de, fermandarê giştî yê QSD'ê bi nûnerê serokatiya hikumeta demkî Ziyad El Ayîş re hevdîtin pêk anî. Di civînê de ku endamê Fermandariya Giştî ya Asayîşê Mehmûd Xelîl jî amade bû, mijara entegrasyonê û vegera koçberan hatin gotûbêjkirin û lihevkirin çêbû ku komeke din a dîlgirtiyan vê hefteyê were berdan.

Komeke din a dîlgirtiyan dê vê hefteyê werin berdan
Komeke din a dîlgirtiyan dê vê hefteyê werin berdan
Komeke din a dîlgirtiyan dê vê hefteyê werin berdan
Komeke din a dîlgirtiyan dê vê hefteyê werin berdan
4 nîsan, 2026   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ku malpera fermî ya Hêzên Asayîşê ya Parêzgeha Hesekê parve kiriye, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi amadebûna endamê Fermandariya Giştî ya Asayîşê Mehmûd Xelîl, bi nûnerê serokatiyê Ziyad El Ayîş re hevdîtin pêk anî. 

Hate diyarkirin ku civîn îro li bajarê Hesekê pêk hat û di civînê de mekanîzmaya vegera ewle ya koçberên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li herêmên xwe û dabînkirina mercên ewle yên vegerê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha hate destnîşankirin: “Gavên entegrekirina saziyên xizmetguzarî û perwerdeyê ji bo yekkirina hewldanên pêşxistina ewlehî û aramiyê û başkirina asta xizmetan ji welatiyan re, hatin nîqaşkirin.”

Li gorî malperê, di hevdîtinê de temamkirina pêvajoya pevguhertina dîlgirtiyan hat nîqaşkirin. Hate gotin, lihevkirin çêbû ku girtîgeh werin valakirin û di çarçoveyeke birêxistinkirî û ewle de dê komeke nû ya dîlgirtiyan di vê hefteyê de werin berdan.

Di dawiyê de hate gotin, ev civîn wek gaveke ji bo xurtkirina lihevhatinên meydanî û bicihanîna wan ku bikevin xizmeta giştî û ewlehiyeke daîmî li herêmê mîsoger bibe.

(bb)