Rojavayê Zapê 2 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li rojavayê Zapê li Girê Amediyê di encama çalakiya gerîla de 2 leşkerên dagirker hatin cezakirin.

Rojavayê Zapê 2 dagirker hatin cezakirin
23 ÇILE, 2024   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa dagirker ev agahî parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

18'ê Çileyê saet di 16:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkrean hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

21'ê Çileyê saet di 08:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekçên nîv otomatîk derb li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

22'ê Çileyê saet di 10:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin ku li dora wesayiteke leşkerî kom bûbûn. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

17'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li Zapê çepera me ya şer carekê bi teqemeniyên qedexekirî hate bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

Ji 16'ê Çileyê heta 23'ê Çileyê li herêma Garê qadên Siyanê, Girê Reşît, Girê Sîser, Zêvkê, Sêdarê 14 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Girê Cûdî, Girê Bahar, Girê Amediyê 9 caran, li herêma Xakurkê Girê Berbizina, Neqeba Berbizina, Ava Lolanê, Kuça Xecerê, Şeqadên Şehîd Şerîf û Kolîtê 17 caran, li herêma Metînayê qadên Dergelê, Şêlazê, Serê Metîna 4 caran, li herêma Zapê jî Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm carekê; bi giştî 45 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

20 û 21'ê Çileyê herêmên Zap û Xakurkê bi helîkopteran hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan ahtin bombekirin."