Gaziyên şer: Ji bo azadiya Rêber Apo divê çalakî werin zêdekirin

Gaziyên şer diyar kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê asta çalakiyan were bilindkirin û got azadiya wî tenê ne ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan rêya azadî û wekheviyê vedike.

Gaziyên şer: Ji bo azadiya Rêber Apo divê çalakî werin zêdekirin
2 kanûn, 2024   03:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şikandina pergala îşkence û qirkirinê ya bi salan e li ser Rêber Abdullah Ocalan didome, gaziyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn. 

Gaziya şer Zarîn Hesekê têkildarî mijarê got: “Bi rastî bandora gaziyan li ser raya giştî gelekî mezin e. Divê malbatên hevalên me yên gazî jî bêhtir beşdarî meş û xwepêşandanan bibin. Dîsa hevalên gazî her li kîjan herêmê û qadê bin pêwîst e ji bo çalakiyan werin vexwendin. Jixwe divê pêwendiya maseya çalakiyan bi komeleyên gaziyan re hebe. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo divê çalakî bi girseyî werin kirin. Pêwîst e jin, ciwan, xwendekarên dibistanan û zanîngehan jî beşdar bibin. Bi taybet jî zarokên şehîd û gaziyan pêwîst e di her çalakî, meş û aktîvîteyên têkildarî azadiya Rêber Apo de cihê xwe di refên herî pêş de bigirin. Ji bo kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ bi serketinê bi encam bibe, divê asta çalakiyan were bilindkirin. Azadiya Rêber Apo tenê ne ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan rêya azadî û wekheviyê vedike.”

Gaziyê şer Mazlûm Efrîn jî da xuyakirin ku ji bo pêşxistina çalakiyan divê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komxebatên bi dirûşma “Civak bi Rêbertiya azad re azad dibe” pêk werin û wiha dewam kir: “Hewce ye bi pêşengiya komîteya çand û hunerê hunermend li hemû herêm û qadan şevbêrkan û hwd li dar bixin. Dîsa pêwîst e bi awayekî hevbeş bi pêşengiya PYD, Kongra Star, Ciwanên Şoreşger, Malbatên Şehîdan, gaziyên şer, û hwd de çalakî, meş, civîn û mîtîng werin pêkanîn.”

‘DIVÊ JIN Û DAYIK DI ÇALAKIYAN DE PÊŞENG BIN’

Arîn Koçer jî destnîşan kir ku divê di meş û çalakiyan de rêveber û xebatkarên di nav karên Rêveberiya Xweser de cih digirin, dîsa rûspiyên civakê û kesên navdar jî hebin. Arîn Koçer her wiha got: “Divê bi taybet jin û dayik pêşengiyê ji wan meş, çalakî û aktîvîteyan re bikin. Divê di meş û çalakiyan de her rengê civakê hebin. Dîsa pêwîst e li gor xweseriya herêm û qadan dirûşm û şîar werin gotin. Ligel wan hewce ye li deverên gelê me yê Ereb zêde ne, jî ew çalakî bi xurtî bên organîzekirin. Gelê me yê Ereb ji bo vê şoreşê jî gelek berdêl dane. Zarokên wan canê xwe feda kir û hevalên me yên Ereb ên gazî jî pir in. Dilsozî û girêdana mirovên me yên Ereb ên bi Rêber Apo divê di asta herî mezin de ji raya giştî re were nîşandan. Di vê çarçoveyê de pêwîst e çapemenî jî bi rola xwe rabe.” 

‘DIVÊ CIWAN BI ROLA XWE YA AKTÎF RABIN’

Gaziyê şer Rêzan Masîro jî anî ziman ku divê têkildarî azadiya Rêber Abdullah Ocalan êrişên li ser gel, şervan û gerîlayan û xiyaneta mala Barzanî bi tevlêbûna civakê platformên azad, civîn û hevpeyvîn werin lidarxistin û wiha axivî: “Divê li pêşberî navend û baregehên hêzên koalîsyonê çalakiyên rûniştinê bên çêkirin. Divê mirov bi rojan li wan deveran çalakiyên xwe bidomîne. Hewce ye di van xisûsên min diyar kirin de helwestên gel daîmî bin û kes bê deng nemîne.”

‘YA WÊ ME BIGIHÎNE SERKEFTINÊ BERXWEDAN Û TÊKOŞÎN E’

Gaziyê şer Birûsk Kobanê jî bal kişand ser girîngiya Kobanê ya di berxwedana li hember çeteyên DAIŞ’ê de û got: “Ji bo azadiya Rêber Apo divê li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêsekn çalakî hebin. Tevgera ciwanan dikare di vê mijarê de bi rola xwe ya aktîf û dînamîk rabe. Divê her çalakiya me deng vede. Dîsa pêwîst e li Kobanê çalakiyên navendî bên lidarxistin. Divê mirov di vê mijarê de hemû saziyên navneteweyî, yên têkildarî mafên mirovan, jinan û zarokan bixe nava tevgerê. Bi rapor û dosyayan hewce ye mirov bala wan bikişîne ser tecrîda li ser Rêber Apo û êrişên li ser gelên me. Divê em dewleta Tirk a faşîst û kiryarên wê yên dijmirovî li hemû cîhanê teşhîr bikin. Bê guman divê ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li her welatî em çalakî û meşên xwe zêdetir bikin. Ya me bigihîne serketinê berxwedan û têkoşîn e.”

(bb)

ANHA