Piştî reva Esed li berava Sûriyeyê kêfxweşî û zehmetiyên domdar - Diyaa ÎSKENDER

Piştî reva Esed li berava Sûriyeyê kêfxweşî û zehmetiyên domdar - Diyaa ÎSKENDER
7 sibat, 2025   05:05

Bi reva Beşar Esed a 8ˋê Kanûna 2024ˋan re berava Sûriyeyê bû şahidê kêliyeke dîrokî. Bi hilweşîna dîktatorê ku welat bi dehan salan di nava çewisandin û zordariyekê de bi rê ve dibir, şahî û pîrozbahî li bajar, bajarok û gundan belav bûn. Lê derket ku ev pîrozbahî û şahî demkî ne, ji ber ku di demeke kurt de bi hatina Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li ser desthilatê, zemhetiyên nû derketin.

Hema piştî demeke kurt, HTŞˋê niyetên xwe aşkera kirin û îdeolojiya xwe ya tundraw bi rêbazên cur bi cur ferz kirin. Wê yekê di nava şêniyan de fikar û metirsî çêkir ku dibe ku ji ya rejîma berê xeternaktir be.

Di roja yekemîn a hilweşîna desthilata Şamê de, hêzên HTŞˋê bi erebeyên doçkabarkirî û endamên bimaske ketine bajarên beravê û ji bo serketina xwe li dijî rejîma Esed nîşan bidin li kolanan gule avêtin.

Di wê demê de artêş, polîs û hêzên ewlekariyê dev ji çekên xwe berda û ji navendên xwe derketin û rû bi rûyî kaos û wêraniyê hiştin. Vê yekê rê li ber talan û şewitandinê vekir ku bandor li piraniya sazî û navendên ewlekarî û xizmetguzariyê kir û qedexeya derketina derve hat îlankirin, avahiyên aborî û xizmetguzariyê û mal hatin talankirin û dizîn. Serdegirtin û revandin jî zêde bûn û di nava şêniyan de atmosfereke tirs û xofê çêbû. Dema roj diçû ava kolan hema bêje vala bûn û bi şev jî bi temamî vala bûn.

Herêmên beravê yên wekî Laziqiyê û Tartûsê, berê wek kelehên sereke yên rejîma Esed dihatin naskirin, lê rastî pir cuda bû; piraniya niştecihên van deveran gelek xizan bûn û ji ber nebûna xizmetên bingehîn ku tenê ji aliyê çend mîrên şer û gendeliyê ve dihatin kirin, di nav şert û mercên zehmet de dijîn. Ji ber vê yekê, hestên gelek ji wan li dijî rejîmê veguherî lanetekê. Ji ber ku welatiyên li wan herêman di dirêjahiya desthilata rejîmê de êş û trajediyeke mezin dijiyan.    

Ji lew re, gelek ciwanên deverê  ji bo debarê tev li artêşê yan jî "Hêzên Dîfa El Wetenî" bûn. Piranî ciwan jî di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan.

Hemwextî van bûyeran, Rêveberiya Operasyonên Leşkerî gelek kes ji parêzgeha Idlibê ku baregeha HTŞˋê bû, ji bo saziyên herî girîng tayîn kirin.

Komên HTŞˋê, bi hinceta lêgerîna li çekan û "komên rejîmê", dest bi serdegirtina tax û gundan kirin, di encamê de gelek kesên elewî girtin û komkujî li dijî wan pêk anîn.

Tevî gelek daxuyaniyên dubare yên Rêveberiya Operasyonên Leşkerî ku kesên van sûcan dikin ne girêdayî HTŞˋê ne û wê hesab bdin, lê şêniyan tu tedbîrên aktîf ên aramkirina metirsiyên xwe nedîtin.

Di warê aborî de, kel û pelên Tirkiyeyê li sûkên bajarên beravê belav bûn. Ji ber ku ew ji bacên gumrikê hatin efûkirin. Lê kalîteya van kel û pelan di navbera baş û nebaş de bû û tu çavdêriyeke tenduristî ji bo selametiya mezexêran nîn bû. Peyarê, qad û park bûn basteyên kel û pelên Tirkiyeyê. Vê yekê rûyê welatên paşketî nîşan da.

Ji aliyekî din ve gelek kargehên berhemdar, ji ber nebûna ewlehiyê sekinîn û piranî karmend ji ber bihabûna kirêya wesayîtên veguhastin bi hevrûkirina mûçeyên wan nikarîn biçûna ser karên xwe.

Bi hezaran karkerên di saziyên hikumetê de jî bi bihaneya "karker zêde ne" 3 meh destûra bi zorê dan wan, da ku piştre li rewşa wan binêrin. Her wiha karkerên karbes jî, bi hinceta ew ji hêla rejîmê ve hatine wezîfdarkirin, tevî ku ew ji malbatên şehîdên artêşê ne, yekser hatin derxistin.

Di warê xizmetguzariyê de, ceyran hîna jî xewneke zehmet e ku pêk bê û metirsiyeke mayînde ye. Welatî, piştî saetên dirêj ji qutbûnê, li bendê dimînin ku were, lê hema kêmtirî saetekê tê û qut dibe, hin caran nîv saetekê jî dirêj nake. Hema bêje telefon şarj dibin an şarj nabin.

Ji bo şûştina bi ava germ jî, ger peyda bû, êdî ji tiştên herî lukse yan jî refahî ye. Yê herî bi şans jî, dema ceyran û av bi hev re were û karibe dînamoya avê bixebitîne ji bo avê bigire, lê dema pirsgirêkek di tora avê de çêbe, wê demê heta demeke dirêj av tune ye.

Di warê dadgeriyê de ku yek ji stûnên herî girîng ên dewletê ye, piştî reva Esad rastî hilweşîneke mezin hat. Hin xirabkeran êrişî Qesra Edliyê ya li Laziqiyê kir, belge, doz û dosyayên heyî şewitandin, bi wê re pêvajoya darazê bi temamî hat rawestandin.

Ji wê zêdetirî, dema ku Rêveberiya Operasyonên Leşkerî tevgerîna xwe li gorî destûrê rawestand, qeyran zêde bû. Wê jî hişt metirsî di dema biryardayînê de çêbin. Ji ber vê kaosê gelek gilî û dozên welatiyan taloqkirî man.

Di nava van şert û mercên zehmet de gelek siyasetmedar û aqilmendan, bi armanca lêkolînkirina pêşdeçûnên siyasî û pêkanîna gavên li hember wê yekê, forum û civîn li gelek bajarên beravê li dar xistin.

Tiştî herî baş ku di van civînan de derketiye holê, fikra parçekirin an jî kotayên mezhebî û parastina navneteweyî red kirin. Mîna hemû bajarên din ên Sûriyeyê beşdaran hêvî kir ku kongreyeke nîştimanî were lidarxistin û tê de tevahî pêkhateyên siyasî, neteweyî û olî bêyî paşguhkirina aliyekî beşdar bin. Da ku li ser siberoja Sûriyeyê li hev bikin.  Lê desthilata Şamê heta demeke nediyar kongre bi paş xistin.

Tevî pirsgirêkên girîng ên ewlehî, aborî û civakî ku piştî serdema Esed li herêmên beravê yên Sûriyeyê rû bi rû ne jî, lê ji bo guhertinê hêviyek zindî dimîne. Bi bidawîbûna serdema otorîterbûnê re, Sûriyeyê zêdetir bi biryar bûn ku êşên salên borî venegerin. Hêvî ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, adilane, azad, yekgirtî û geşbîn heye.

(fr)