Rohilat Efrîn: Cihê ku wekhevî, demokrasî û azadî lê tune bin, parastin mecbûrî ye

Endama Fermandariya YPJ`ê Rohilat Efrîn destnîşan kir ku YPJ’ê 13 salên têkoşînê li pey xwe hiştine û ji bo xizmeta hemû jinên Sûriyeyê û cîhanê YPJ modela xwe ya parastin, birêxistinkirin û têkoşînkirinê didomîne û got “Cihê ku wekhevî, demokrasî û azadî lê tune bin, ne pêkan e dest ji parastinê bê berdan.”

Rohilat Efrîn: Cihê ku wekhevî, demokrasî û azadî lê tune bin, parastin mecbûrî ye
9 sibat, 2025   05:15
QAMIŞLO

Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn, têkildarî rola YPJ`ê di Sûriyeya nû de, beşdariya jinan di siberoja Sûriyeyê de, kongreya ku li Şamê hate lidarxistin, tevlêbûna YPJ`ê di artêşa Sûriyeyê de û helwesta Fermandariya YPJ`ê ya li hemberî rewşa heyî ya li Sûriyeyê, ji ANHA`yê re axivî.

Rohilat Efrîn bi bîr xist ku di pêvajoya her du mehên derbasbûyî de gelek geşedan li Sûriyeyê qewimîn û bi rûxandina rejîma Baasê re jî ew qeyrana heyî kûrtir dibe.

`YPJ JI HEMÛ JINÊN CÎHANÊ RE BÛYE DENGÊ XELASIYÊ`

Fermandar Rohilat Efrîn da zanîn ku li hember zîhniyeta desthilatdar YPJ`ê 13 salan gelek nirxên giranbuha ava kirine û ew di aliyê parastin û birêxistinbûnê de xwedan asteke têkoşînê ya pir xurt e û got: “Destkeftiyên ku YPJ gihaştiyê, bûne malê hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û cîhanê, ew li ser asta cîhanê bûye modelek ji bo hemû jin û kesên ku bikarin bi zanista parastinê re bibin yek. Her kes li dora têkoşîna YPJ`ê dicive. YPJ li beramberî hêzeke tarî ya ku bi aqilê qirkirin, tunekirin û tecawizkirinê derdikeve pêş a wekî DAIŞ`ê sekinî û bêyî dudilî helwesteke pir xurt a wêrek nîşan da. YPJ tolhildêra hemû dîroka jinan e ku bi perçiqandin û kolekirinê hatiye derbaskirin. Di heman demê de li beramberî reng û dengê jinan ku hatine windakirin, YPJ ji hemû jinên li cîhanê re bû dengê xelasî, azadî, xwedîtin û lêgerînê.”

‘YPJ DÊ LI HEMBER HÊZÊN DESTHILATDAR PERGALA XWE BIPARÊZE’

Rohilat Efrîn destnîşan kir ku wan bi hilweşîna rejîma Baasê re salên zehmet li pey xwe hiştine û heke mafên wekhevî, demokrasî û azadiyê nebin, YPJ dê bikare bi helwesta xwe ya li hemberî xizmeta gel û jinan heta roja îro domandiye, di heman astê de li hemberî desthilata Şamê jî bidomîne û wiha axivî: “Em ji mîraseke dîrokî û çanda xwedawendîtiyê tên. Ji 2025`an anku ji vir û pê de li hemberî heman zîhniyet, feraset û rêbazên ku tên meşandin, YPJ dê bikare pergala xwe biparêze, ava bike û careke din bixe xizmeta hemû jinên Sûriyeyê û cîhanê.”

Di axaftina xwe de Rohilat Efrîn bal kişand ser nêzîkatiyên desthilata Şamê yên têkildarî jinan û da zanîn ku ew li ser hemû civakê yekrengiyê ferz dike û herî zêde ev pergal li ser jinan tê ferzkirin û wiha pê de çû: Li Sûriyeya nû gelek guhertin û veguhertinên nediyar hene. Berê pergalek hebû; li ser civakê, deng û rengê jinan gelek polîtîkayên ku didan meşandin hebûn, vê nedihişt ku jin bi maf, hebûn, deng û îradeya xwe tev lê bibin. YPJ`ê ne tenê ji bo demekê yan jî ji bo çend êrişan xwe bi rêxistin kir. Ji bo Sûriyeya nû ji aliyê derve jî em dibînin ku gelek dengên jinan tên ku YPJ`ê wek hêvî û xelasiyê dibînin. Ji ber wê jî em ê vê têkoşînê bidomînin. YPJ ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dê ji bo hemû jinên Sûriyeyê û cîhanê careke din di modela xwe ya parastin, birêxistinkirin û têkoşînkirinê de rol û berpirsyariya parastinê bigire ser milê xwe. Nimûneya wê niha li Bendava Tişrînê derdikeve pêş. Em di wê baweriyê de ne ku YPJ di nava pergala nû de, di nava Sûriyeya nû de dê bikare berpirsyara parastin û avakirina pêşengiyekê bi rê ve bibe.”

‘JI KONGREYÊ DIYAR BÛ KU DÛRÎ DEMOKRASIYÊ NE’

Rohilat Efrîn diyar kir ku bi hatina desthilata li Şamê re dixwazin careke din civakên welat di xizmeta xwe de bi kar bînin û wiha got: “Helbet ev siyasetên tunekirin û înkarkirina deng û rengê civakan e. Heke siyasetek li ser bingeha wekhevî, demokrasî û hemû azadiyên gelan bê qebûlkirin, di nava pergalê de her kes bi reng û dengê xwe tev lê bibe, li gorî wê destûreke wekhev a ku hemû pêkhate, ziman û reng di nav de rol û pêşengiya jin bê dîtin, wê demê dê ev pergal bikare temenê xwe dirêj bike. Lê di kongreya li Şamê de xuya bû ku yekrengî û desthilateke ji jor de tê ferzkirin. Tunekirina nirxên civakê û pêşengiya jinan e, ne tenê xetere ye, civakbûn û nirxê civakbûnê ji holê radikin. Nêrîn û îradeya hemû pêkhateyan di ber çavan re derbas nakin û heta jê re cih nayê dîtin. Yanî di dinyayê de pergaleke ku bi koman û di civînekê de bikare serokkomarek diyar bike tune ye. Tenê ji diyarkirina serokkomarekî tê xuyakirin ku ew pergal dûrî fikrên demokrasiyê ye. Tişteke ku bikeve xizmeta gel û jinan nayê dîtin. Divê ev civak di nava kêfxweşî, heyecan û baweriyê de bûya, lê niha em li hemû civaka Sûriyeyê binêrin, ne heyecan û ne jî bawerî ji bo pergala nû heye. Heke em bêjin wek jin em vê qebûl jî nakin, dê neqebûlkirina me li kêleka gelek hincetên ku em dikarin bidin qebûlkirin hebe. Çimkî em nikarin 13 salên têkoşînê, nirxê ku di vê axê de şîn bûn û pergala ku hatiye avakirin înkar bikin. Em nikarin ji desthilata nû re her tiştî qebûl bikin.”

`XUYA YE EM Ê BI TÊKOŞÎNEKE PIR GIRAN RE RÛ BI RÛ BIBIN`

Rohilat Efrîn da xuyakirin ku desthilata li Şamê çarçoveyeke pir teng ji jinan re dide diyarkirin û wiha axivî: “Ji bo ku xwe wek demokrat nîşan bide, Colanî civînek bi jinan re çêkir, wekî ji hemû jinan û civakê re bibêje mafên jinan hene û pêşvekirina pêşengiya jin heye, lê li hember vê pergalê divê ev siyaseta ku tê meşandin, di hemû waran de xeternak bê dîtin. Heke desthilatdarî li ser bingeha çand El Qaîdeyê mezin bibe, ne pêkan e baweriyê bide jinan. Gelek qanûnên ku niha ji bo raya giştî û jinan pê bixapînin derketin. Em dibînin ku gelek qanûn didin diyarkirin ku dê cihê jinan ne li pêş be, berovajî wê dê cihê jinan li paş be. Di vê sîstema nû de dê cih ji jinan re neyê dayîn, mînaka berbiçav jî kongreya li Şamê ye. Her kes divê vê siyasetê bibîne. Kongreyeke ku jin tê de nebin, tê wateya ku deng, îrade û hebûna wan tune be, tê wateya ku êriş li ser çanda jinan heye. Xuya ye ku em ê bi têkoşîneke pir giran re rû bi rû bibin.”

`DI VÊ PÊVAJOYÊ DE EM DANÎNA ÇEKAN NAXIN ROJEVA XWE`

Rohilat Efrîn destnîşan kir ku cihê ku wekhevî, demokrasî û azadî lê tune be, ne pêkan e çek bên danîn, ne jî dest ji parastinê bê berdan û wiha pê de çû: “Heke garantiya ewlehiya civakê û ya hemû jinan bi pîvanên parastinê bê çêkirin, wê demê pêdivî bi artêşê jî namîne. Lê em niha di pêvajoyeke di vî rengî de ne ku her roj 10 cenaze li ser milê gelê me ne, her roj li ser ax û gelê me êriş pêk tên. Her roj şantajên giran li ser civaka me çêdibin. Wê demê ne pêkan e heta vê demê de em pirsa ku em ê çekan berdin an bernedin, di rojeva xwe de bihêlin.”

‘DIVÊ GEL Û JIN BIZANIN EW BI PERGALEKE XETERNAK RE RÛ BI RÛ NE`

Rohilat Efrîn da zanîn ku li Sûriyeyê pergal xwe bi xwe nehate guhertin, gelek destên ji derve tê de hebûn; di serî de rejîma Erdogan ku di nava guhertina vê pergalê de cih girtiye û got: “Ev desthilata nû ya li Şamê naxwaze demokrasî, çareserî û pêşketin çêbin û sedemeke wê jî Erdogan û rejîma xwe ne. Divê raya giştî û hemû jin bizanin ew bi pergaleke xeternak re rû bi ne. Heke ev desthilat xwe neguherîne, heke maf û rengê civakan û hemû pêkhateyên Sûriyeyê mîsoger neke, dê birûxe.”

‘LI HEMBERÎ ÎNKARKIRINE DIVÊ JIN XWE BI RÊXISTIN BIKIN’

Fermandar Rohilat Efrîn bang li hemû gel û jinan kir ku li hember hemû zîhniyetên ku tunekirin û înkarkirinê dikin, xwe bi rêxistin bikin û garantiya parastina xwe bi cih bînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Heke bi rêxistin nebin, ne tenê jin, dê her kes bibe mehkumê koletiyê. Ên ku bikarin li hember vê pergalê bisekinin jin in, wekî ku tê dîtin ên ku bangewaziyan dikin hemû jî jin in. Encax bi vê yekê em bikarin destkeftî û nirxên xwe û pêşengiya ku dikeve ser milê hemû jinan, biparêzin.”

ANHA