Şêniyên Dêrezorê: Dewleta Tirk li dijî me sûcên şer dike

Şêniyên kantona Dêrezorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan û binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kir ku ev êriş sûcên şer in.

Şêniyên Dêrezorê: Dewleta Tirk li dijî me sûcên şer dike
9 sibat, 2025   06:05
DÊREZORÊ
EHMED SEMHAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin.

Şêniyên kantona Dêrazorê diyar kir ku êrişên li dijî sivîlan û binesaziya herêmê sûcên şer in.

Meryem El Salih a ji Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendava Tişrînê û li dijî gelên herêmê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kir.

Meryem El Salih got: "Piştî rûxandina rêjîma Esed, me hêvî dikir ku çareseriyek ji bo bidawîkirina van êrişan û rawestandina êrişên welatên derve li ser gelê Sûriyeyê pêk were, lê berovajî vê yekê, ev êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker berdewam in û zêdetir bûn.”

Cabir El Feysel ê ji bajarokê Hecînê diyar kir ku ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiyan pêk tînin û sivîlan dikin hedef.

El Feysel siyaseta dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û da zanîn ku ev êriş ne tenê êrişên leşkerî ne, lê belê beşek ji stratejiyeke dewleta Tirk e ku armanca wê guhertina hevsengiya siyasî li herêmê ye, û têkbirina tevna civakî ya di navbera pêkhateyên cuda de, bi taybet Kurd û Ereban de. Her wiha got ev êriş sûcên şer in.

Cabir Feysel her wiha got: "Tirkiye bi behaneya parastina ewlekariya xwe ya niştimanî hewl dide ku desthilatdariya xwe li ser axa Sûriyeyê berfireh bike, lê em her tim dibînin ku ev hincet ji bo dagirkirina axa me û tunekirina niştecihên wê yên xwecih in.”

Di berdewamiya axaftina xwe de El Feysel wiha got: "Em wek şêniyên herêmê piştgiriya hêzên xwe dikin, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku Hêzên Sûriya Demokratîk hêviya parastina xak û gelê Sûriyeyê ne.”

Xedîce El Mihemed a ji kantona Dêrazorê berdewama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna komkujiyan li ser gel şermezar kir.

Xedîce El Mihemed destnîşan kir ku ew ê li hemberî her êriş û hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina axa Sûriyeyê, li ber xwe bidin.

(k)

ANHA