Rêya M4 tê vekirin

Di çarçoveya bicihanîna peymana 29'ê Çileyê de, amadekariyên vekirina rêya M4 ya di navbera herêma Cizîrê û Helebê de tên kirin.

Rêya M4 tê vekirin
10 adar, 2026   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya bicihanîna peymana 29'ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, amadekariyên vekirina rêya M4 a di navbera herêma Cizîrê û Helebê de tê kirin.

Nûçegihanê me ragihand ku amadekariyên vekirina rê bi amadebûna cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl û hejmareke fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên herêma Cizîrê û Helebê tên kirin. Her wiha da zanîn ku amadekariyên avakirina bendên kontrolê li nêzî gundê Tewîla yê li rojavayê bajarê Til Temirê jî tên kirin.

Rêya M4 ku yek ji rêyên stratejîk li bakurê Sûriyeyê ye, bajarên Hesekê, Reqa, Kobanê, Minbicê û Helebê bi hev ve girê dide. Ji bo veguhastina kel û pelan di nava van bajaran de, rêyeke girîng e.

(bb)

ANHA