Rêxistinên mafên mirovan xwest berpirsên komkujiyên li perava Sûriyeyê bên darizandin

HRW û hin rêxistinên sûriyeyî sûc û binpêkirinên berfireh ên li herêmên perava Sûriyeyê kirin rapor. Di raporê de ji hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hate xwestin sûcdaran bidarizîne û di lêpirsînê de zelal be.

Rêxistinên mafên mirovan xwest berpirsên komkujiyên li perava Sûriyeyê bên darizandin
23 îlon, 2025   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Human Rights Watch (HRW), ‘Rêxistina Sûriyeyiyên ji bo Rasteqînî û Dadmendiyê’ û ‘Arşîva Sûriyeyê’, di raporekê de sûcên li perava Sûriyê belge kirin. Rapor îro (23 Îlon) hat weşandin. Tê de hate diyarkirin ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê soz dabû ji kesên destê wan di sûcên li 3 parêzgehan de hebû, hesab bixwaze. Raporê bi bîr xist ku hikumetê tenê soz da lê di pratîkê de tiştek pêk neanî.

Di raporê de binpêkirinên berfireh ên ku hêzên hikumeta veguhêz û komên çekdar ên girêdayî wê kirine hatin belgekirin. Li gorî wê; înfazkirin, wêrankirina mal û milkên welatiyan û dan û standina nebaş bi girtiyan re pêk hatin. Di raporê de hat gotin ku ev sûc di çarçoveya êrişeke leşkerî ya plankirî pêk hatiye. Hemû binpêkirin di bin çavdêriya Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de hatine kirin.

Lêkolînera kar û barên Sûriyeyê di HRWˊê de Hîbe Zeyadîn der barê raporê de got: "Naskirina hikumetê bi binpêkirinan gaveke ber bi pêş ve ye, lê nakeve xizmeta pêkanîna edaletê li hember berpirsên payebildin ên ku rê li ber van sûcan negirtin û nesekinandine. Berdewama bêcezatiyê derî li ber zêdekirina kiryarên tundiyê û hovîtiyê vedike.

Li gorî raporê, bi destpêkirina 6ˊê Adarê re hêzên hikumeta veguhêz li tevahî herêmê dest bi kiryarên tundiyê kirin. Hêzên hikumetê bi awayekî bingehîn sûc li dijî civakên Elewî pêk anîn. Ev sûc berfireh bûn û li ser bingeha nasnameyê hatin kirin.

Encama rapora HRW’ê xwe dispêre girtina nerîna 100 qurbanî, çekdar û rojnamevanên şahidên bûyerê. Di heman demê de madeyên dîtbarî û bihîstinê li kêleka wêneyên udiyê yên ji rastiya wan hatiye teyîdkirin di teyîdkirinê de hatin bikaranîn. Di wan de diyar dibe binpêkirin di dema di navbera 6 û 10’ê adarê de li dijî 24 gund û bajarokan pêk hatiye.

Di raporê de hate diyarkirin: “Wezareta Parastinê roleke sereke ya şandina çekdaran û kordînekirina belavbûna wan de bi cih aniye. Tevî fermandariya leşkerî dizanî binpêkirinên min hatine kirin, lê çalakiyên xwe dewam dikir.”

Di 22’yê Tîrmehê de “Komîtya Lêpirsînê ya Niştimanî ya Sûriyeyê” ragihand ku herî kêm hezar û 426 kes hatine kuştin. Desthilata heyî ya Sûriyeyê 298 kesên tewanbar rakirina dadgehê. Lê di rapora xwe de behsa rola berpirsên mezin di pêkanîna binpêkirina sûcan û hewldanan rêgirtina li ber wan ne kiriye. Di mijara tolrakirina kesayetî de zêde nirxandin hatibû kirin.

Di raporê de hate destnîşankirin ku rastiya hikûmeta veguhêz dê bi gavên wê yên pêş û misogeriya hesabxwestinê werin pîvan.  Di nav de jî belavkirina raporê û misgoeriya hesabxwestina li ser hemû astan. Ne tenê di asta hesabxwestina ji kesan de bimîne. Di heman demê de hate xwestin ku rê li ber lêpirsîna navdewletî jî were vekirin, her wiha çaksaziyên ewlekarî pêk bîne.

Gerînendeyê “Arşîva Sûriyeyê” Çilnar Ehmed têkildarî mijarê got mijar ne girêdayî tişta di hefteyekê de pêk hatiye, lê belê ev mijareke zêdetir berfireh e û pêwistiya wê bi sererastkirina zelal heye.

(dc)