Şandeya jinan bi Rêxistina `Women For Women International`re xurtkirina rola jinan nîqaş kir

Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Berlînê bi ‘Rêxistina Jinan a ji bo Jinên Cîhanê ya Navneteweyî’ re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de rola jinên Sûriyeyê û rola jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin û girîngî ji bo xebata hevbeş û piştgiriya projeyên xurtkirina jinan hat dayîn.

Şandeya jinan bi Rêxistina `Women For Women International`re xurtkirina rola jinan nîqaş kir
23 îlon, 2025   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh li paytexta Almanyayê Berlînê bi Rêxistina Jinan a ji bo Jinên Cîhanê (Women For Women International) ya têkildarî piştgiriya jinan a li herêmên şer re civiya.

Her du aliyan rewşa jinan a Sûriyeyê û zehmetiyên li pêş rola wan a avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî, xetere û gefên jinên ji tevahî pêkhateyan rûbirûyê dimînin, hewlên dûrxistina wan ji lîstina rola xwe ya pêşengî, nîqaş kirin.

Di hevdîtinê de behsa rola pêşeng a ku jinên li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêşxistina projeya Rêveberiya Xweser, xurtkirina hevgirtina civakî û avakirina pergala demokratîk de dilîzin, hat kirin. Li kêlek wê jî her du aliyan girîngî da xebata hevbeş a jinan û pêwîstiya piştgirîdayîna projeyên taybet bi jinan û xurtkirina wan di tevahî aliyan de.

Ev hevdîtin di çarçoveya tûra dîplomasî û Ewropî ya ku Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 6ˊê Îlonê daye destpêkirin de pêk tê. Şandeyê di tûra xwe de bi gelek aliyên hiqûqî û jinan re, bi parlamenterên Fransayê re hevdîtin kirin û tev li semîner û festîvalên çandî û hunerî bû.

Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji rêvebera Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Muna Yûsif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û seroka Yekitiya Jinan a Suryan Corcêt Bersûm pêk tê.

(fr)