Rêxistinên jinan û hiqûqî: Biryara Komîteya Wezîran a Ewropayê neheqî ye

Hiqûqnas û rêxistinên jinan diyar kir ku biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya der barê Rêber Abdullah Ocalan de neheqî ye û bang li rêxistinên mirovî kir ku ji bo pêkanîna "mafê hêviyê" yê Rêber Abdullah Ocalan berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Rêxistinên jinan û hiqûqî: Biryara Komîteya Wezîran a Ewropayê neheqî ye
26 îlon, 2024   14:42
TEBQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Tebqayê û Yekitiya Parêzeran a Kantona Tebqayê têkildarî pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê daxuyaniyeke hevbeş da.

Daxuyanî li ber avahiya Meclisa Edaleta Civakî ya Kantona Reqayê bi amadebûna endamên kombûnê, parêzer, nûnerên Rêveberiya Xweser û nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl û Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat dayîn.

Parêzer Ebdulhemîd El Xemrî daxuyanî xwend û pergala îşkeceyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan wek berdewama Komploya Navneteweyî ya ku di dê 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kir, bi nav kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komplo û pergala li Îmraliyê binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.

Di daxuyaniyê de îşaret bi biryara Komîteya Wezîran a Yekitiya Ewropayê hat kirin û hate gotin biryara ku hişyarî daye dewleta Tirk têrker nîn e û neheqî ye.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Dadgeha Ewropayê di 18’ê Adara 2014’an de cezayê muebbetê bêyî şert li Rêber Abdullah Ocalan qebûl kiribû. Ev bi xwe binpêkirina mafê hêviyê ye ku di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de hatiye destnîşankirin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî rêxistinên navneteweyî hat kirin ku zextê li desthilata Tirk bikin bila dawî li pergala îşkenceyê bîne, mafê hêviyê pêk bînin û Rêber Abdullah Ocalan azad bikin. Hate gotin, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan êdî bûye pêwîstiyeke dîrokî û daxwaza tevahî gelên herêmê ye.

(bb)

ANHA