Artêşa Îsraîlê 75 navendên Hizbullahê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku duh bi şev 75 navend bombebaran kirine û got ew ên Hizbullahê Lubnanê ne.

Artêşa Îsraîlê 75 navendên Hizbullahê bombebaran kirin
26 îlon, 2024   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyeke bi zimanê erebî ragihand ku "75 navendên Hizbullahê yên li herêma Bîqa ya li başûrê Lubnanê bombebaran kirine.”

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji Lubnanê 45 top hatine avêtin û hinek jê xistine û hin jî li herêmên vala ketine.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de teqez kir ku êrişên wê yên hewayî li dijî Lubnanê berdewam in.

Nivîsgeha Netanyahu têkildarî hewldana Amerîka-Fransayê ku agirbest di navbera Îsraîl û Hizbullahê de pêk were, got: "Serokwezîr ferman da artêşê ku şer li gorî planê berdewam bike."

Nîvîsgehê diyar kir ku Netanyahu heta niha têkildarî pêşniyara Amerîka-Fransayê tu bersiv nedaye.

(şx)