Li Sûdanê aliyên nakok bi hev ketin

Li gorî çavkaniyên leşkerî artêşa Sûdanê li Xartûmê dest bi hedefgirtina herêmên di bin kontrola Hêzên Piştevaniya Lezgîn de kir û di encamê de şer di navbera her du aliyan de dest pê kir.

Li Sûdanê aliyên nakok bi hev ketin
26 îlon, 2024   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Şahid û çavkaniyên leşkerî ragihand ku artêşa Sûdanê li Xartûmê dest bi hedefgirtina herêmên di bin kontrola Hêzên Piştevaniya Lezgîn de kiriye.

Çaverê ye ku fermandarê artêşa Sudanê Ebdulfettah El Burhan li pêşiya Civata Giştî ya NY`yê ya li New Yorkê biaxive. Hemwextî vê ragihandinê artêşa Sûdanê ya ku di destpêka aloziyê de piraniya deverên Xartûmê ji dest dane, dest bi êrişê kir.

Reutersê bi bîr xist ku dema artêşê hewl daye pirên li ser Nîlê yên di navbera bajarên Um Derman, Xartûm û Behrî de derbas bike, şer dest pê kiriye.

(şx)