Cihê Newroza Reqayê hat aşkerakirin

Komîteya amadekar a Newroza Reqayê kir ku beşdarî pîrozbahiya ku li bajarê Firosiyê li dar bikeve bin.

Cihê Newroza Reqayê hat aşkerakirin
16 adar, 2024   17:44
REQA

Komîteya amadekariya pîrozbahiya Newroza 2024ˊan a Reqayê der barê pîrozbahiya ku dê li kantonê li dar bikeve daxuyaniyek da.

Daxuyanî li qada Kombûna Jinan a Zenûbiya bi beşdariya endamên komîteya amadekar ji Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Rêveber a Kantona Reqa û Kombûna Jinan a Zenûbiya hat xwendin.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Reqayê Luey El Îsa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin li ser navê komîteya amadekar ew hatina cejna biharê cejna Newrozê, cejna azadiyê, cejna aştiyê û cejna têkbirina koletiyê li tevahî dewletên cîhanê silav dikin.

Her wiha hate gotin Newroza 2024ˊan dê bibe cejna tevahî cîhanê û li tevahî gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz be.

Komîteya amadekar a kantona Reqayê cihê pîrozbahiya Newroza 2024ˊan aşkera kir û bang li gel kir ku bi girseyî beşdar bin û dê Newroz li bajarê Firosiyê be, ji saet 10ˊan sibehê ve dest pê bike.

(fr)

ANHA