Rêxistinên Civaka Sivîl a Dêrazorê civîna salê li dar xist

Rêxistinên Civaka Demokratîk ên kantona Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist, xebatên 2025ˊan nirxandin û plansaziya sala bê danî.

Rêxistinên Civaka Sivîl a Dêrazorê civîna salê li dar xist
Rêxistinên Civaka Sivîl a Dêrazorê civîna salê li dar xist
Rêxistinên Civaka Sivîl a Dêrazorê civîna salê li dar xist
Rêxistinên Civaka Sivîl a Dêrazorê civîna salê li dar xist
Rêxistinên Civaka Sivîl a Dêrazorê civîna salê li dar xist
Rêxistinên Civaka Sivîl a Dêrazorê civîna salê li dar xist
Rêxistinên Civaka Sivîl a Dêrazorê civîna salê li dar xist
28 kanûn, 2025   20:05
DÊRAZOR

Rêxistinên Civaka Demokratîk a kantona Dêrazorê ji bo nirxandina çalakiyên salekê pêk anîne û danîna plansaziya sala bê civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de nûnerên sazî, yekitî û meclisên girêdayî wî amade bûn.

Di civînê de hevseroka Rêxistinên Civaka Demokratîk a kantonê Rîm El Faris rola rêxistinan di pêşxistina hevgirtina civakî de silav kir.

Hevseroka Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn El Îsa rewşa siyasî û leşkerî nirxand. Nesrîn destnîşan kir ku ev qonax pir krîtîk e.

Dûre Hevserokê Yekitiya Esnafan a Rêxistinên Civaka Demokratîk a Dêrazorê Fadil El Hacî rapora salê xwend. Beşdaran pêşniyarên xwe yên ji bo pêşxistina xebata saziyane û telafîkirina kêmasiyên rêxistinî kirin.

Bi vana xalan civîn bi dawî bû:

Zêdekirina hewlên belavkirin û têgihîştina felsefeya neteweya demokratîk di nava tevahî pêkhateyan de.

Destpêkirina aktîvkirina nivîsgehên ragihandinê û darayî ji bo pêşxistina zelalî û peywendiyan.

Pêşxistina hevkariyê bi komîn û meclisên xwecihî re ji bo ku hêmana cewherî ya birêxistinkirina civakê ye.

Danîna bernameya taybet ji bo xurtkirina jinan û ciwanan û zêdekirina rola wan a pêşengî.

Pêşxistin û tesbîtkirina rola pergala hevserokatiyê li ser astên îdarî û rêxistinî.

(fr)

ANHA