ˋSedema astengkirina danûstandinan destwerdana Tirkiyeyê yeˊ

Rêxistina MSDˊ ya Helebê bi amadebûna hejmarek partiyên siyasî yên bajêr civînek li dar xist, di civînê de hat diyarkirin ku sedema astengkirina danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de destwerdana dewleta Tirk e.

ˋSedema astengkirina danûstandinan destwerdana Tirkiyeyê yeˊ
ˋSedema astengkirina danûstandinan destwerdana Tirkiyeyê yeˊ
ˋSedema astengkirina danûstandinan destwerdana Tirkiyeyê yeˊ
ˋSedema astengkirina danûstandinan destwerdana Tirkiyeyê yeˊ
ˋSedema astengkirina danûstandinan destwerdana Tirkiyeyê yeˊ
ˋSedema astengkirina danûstandinan destwerdana Tirkiyeyê yeˊ
ˋSedema astengkirina danûstandinan destwerdana Tirkiyeyê yeˊ
28 kanûn, 2025   19:39
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a bajarê Helebê bi hejmarek partiyên siyasî re civiya, pêşdeçûnên siyasî yên li qada Sûriyeyê, dorpêça giran a li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, vîzyon û helwestên hevbeş ên têkildarî rola partiyan di vê qonaxê de nîqaş kirin.

Civîna li taxa Şêxmeqsûdê bi amadebûna nûnerên ji Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî, Partiya Hevbendiya Neteweyî ya Demokratîk a Sûr û Partiya Demokrat a Pêşverû, hat lidarxistin.

Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre aliyê organîzetorê civînê rewşa giştî ya li ser astên herêmî û navneteweyî nirxand.

Di nîqaşan de bal hat kişand ku cîhan di "Şerê Cîhanê yê Sêyemîn" de ye û hat diyarkirin ku vebijêrka aştiyê vebijêrka herî rast li gorî gelên herêmê ye, ev yek jî Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kir.

Têkildarî rewşa Sûriyeyê de hat gotin ku destwerdana dewleta Tirk hêmana bingehîn a astengkirina danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de ye. Êrişên dawî yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo rê li pêş pêşketina danûstandinan were girtin bûn.

Beşdaran nêrînên xwe der barê rewşa taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û tevahî Sûriyeyê de anîn ziman û diyar kir ku pêwîst e ku partiyên siyasî bi awayekî xurt rola xwe bilîzin. Beşdaran got gelê her du taxan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn roleke mezin di bersivdana van êrişan de lîst.

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê Fatme El Hesîno ji ajansa me re têkildarî civînê de got: "Armanca yekemîn ew bû ku pêşniyarên hemû partiyan di vê qonaxa hesas de werin lêkolînkirin.

Fatme da zanîn ku beşdaran bal kişand ser diyaloga navxweyî ya li ser bingeha çareserkirina pirsgirêkan.

(fr)