13 stajyeran bawernameyên wênekêşiya fotografiyê wergirtin

Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê li bajarê Qamişloyê dewreya perwerdê ya wênekêşiya fotografiyê ya bi beşdariya 13 stajyeran bi dawî kir.

13 stajyeran bawernameyên wênekêşiya fotografiyê wergirtin
13 stajyeran bawernameyên wênekêşiya fotografiyê wergirtin
13 stajyeran bawernameyên wênekêşiya fotografiyê wergirtin
13 stajyeran bawernameyên wênekêşiya fotografiyê wergirtin
13 stajyeran bawernameyên wênekêşiya fotografiyê wergirtin
13 stajyeran bawernameyên wênekêşiya fotografiyê wergirtin
13 stajyeran bawernameyên wênekêşiya fotografiyê wergirtin
13 stajyeran bawernameyên wênekêşiya fotografiyê wergirtin
28 kanûn, 2025   20:28
QAMIŞLO

Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê îro li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê, bi amadebûna nûnerên ji Yekitiya Ragihandina Azad (YRA), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) endamên Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê şahiya bidawîbûna dewreya wênekêşiyê li dar xist. Di şahiyê de bawername li ser 13 stajyeran hatin belavkirin. 

Dewre heta du mehan; ji 18ˊê Cotmehê heta 18ˊê Kanûnê dewam kir.

Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li wir hevserokê Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê ya Qamişloyê Ehmed Mardinlî axivî. Mardinlî diayr kri ku ev dewre werçerxeke girîng di rêveçûna yekitiyê de ye.

Mardinlî anî ziman ku yekitî ji 2022ˊan de lidarxistina dewreyan li tevahî deverên Bakur û Rojhilatê Sûrieyyê dewam dike.

Hevserokê Nivîsgeha Rêveber a TEV-DEMˊê Hesen Welo diyar kir ku armanc ji dewreyê stajyer bingeh û rêgezên wênekêşiya fotografiyê bizanin, jêhatiyên wan ên teorî û pratîkî werin bipêşxistin.

Li aliyekî din jî hevserokê YRAˊyê Idrîs Henan spasiya stajyeran li pabendbûna wan û mamosteyan li ser kedên wan ên pêşxistina jêhatiyan stajyeran kir.

Şahî bi belavkirina bewername û xelatan li ser stajyeran bi dawî bû.

(fr)

ANHA