Rêxistina Şems binpêkirinên di hilbijartina giştî de derketîn eşkere kir

Tora Rêkxistina Şems ya Çavdêriya Hilbijartinan ragihand ku di dengdana giştî ya hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê de bi şêweyek berfireh di propagandaya hilbijartinê de tundiya hilbijartinê jî hatiye qeydkirin.

Rêxistina Şems binpêkirinên di hilbijartina giştî de derketîn eşkere kir
21 cotmeh, 2024   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Rêxistina Şems ya Çavdêriya Hilbijartinan têkildarî binpêkirin û pirsgirêkên di dengdana giştî ya hilbijartinên dema şeşemîn ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê de hatine qeydkirin, daxuyaniyek a çapemeniyê da.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Rêveberiya Tora Rêxistina Şems ya Çavdêriya Hilbijartinan Hogir Çeto ve hate dayîn û wiha hate ragihandin: “Li gelek navendên dengdanê xebatên propagandaya hilbijartinê û namzetan hatin dîtin ku ev yek binpêkirina yasa û rêziknameya roja hilbijartinê ye. Ji ber nebûna pispor û kêmbûna karmendên Komîsyonê li hinek navendên dengdanê, alozî û pirsgirêk di pêkanîna rêkarên dengdanê de derketin.”

Hogir Çeto destnîşan kir ku bi şêweyek berdewam û cuda çi di destpêkê û naverast, çi jî di dawiya hejmartina dengan de be, têbiniya dûrxistina nûnerên aliyên siyasî û çavdêrên Tora Şems hatiye girtin.

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku diyardeya şkandina veşartîbûna dengdanê bi rêya telefonên destan hatiye qeydkirin û wiha hate gotin: “Her wiha tundiya hilbijartinê di navbera karmendên Komîsyonê û hêzên ewlekariyê, karmendan û dengdêran û nûnerên aliyên siyasî de ru da. Li gel vê nexwendina şopa tiliyên dengdêran jî berdewam bû.”

Daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di navbera hejmartina elektronîk û hejmartina bi destan de 34 cudahî derket holê.

Herî dawî hate eşkerekirin ku di tevahiya roja hilbijartina giştî ya dema şeşemîn a Parlementoya Herêma Kurdistanê de 124 giliyên aliyên siyasî ji aliyê Tora Şems ve hatine qeydkirin.

Hêjayî gotinêye ku duh dengdana giştî ya ji bo hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê hate lidarxistin. Tê payîn encamên fermi yên hilbijartinê îro ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve werin eşkerekirin.