Jinên ciwan rola Rêber Abdullah Ocalan di çareseriyê de nîqaş dikin

Li Reqayê Konferansa "Çareseriya siyasî ya Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe" tê lidarxistin.

Jinên ciwan rola Rêber Abdullah Ocalan di çareseriyê de nîqaş dikin
Jinên ciwan rola Rêber Abdullah Ocalan di çareseriyê de nîqaş dikin
Jinên ciwan rola Rêber Abdullah Ocalan di çareseriyê de nîqaş dikin
Jinên ciwan rola Rêber Abdullah Ocalan di çareseriyê de nîqaş dikin
Jinên ciwan rola Rêber Abdullah Ocalan di çareseriyê de nîqaş dikin
Jinên ciwan rola Rêber Abdullah Ocalan di çareseriyê de nîqaş dikin
Jinên ciwan rola Rêber Abdullah Ocalan di çareseriyê de nîqaş dikin
Jinên ciwan rola Rêber Abdullah Ocalan di çareseriyê de nîqaş dikin
Jinên ciwan rola Rêber Abdullah Ocalan di çareseriyê de nîqaş dikin
21 cotmeh, 2024   14:42
REQA

Bi beşdariya endamên yekitiyên jinên ciwan ên kantonên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê konferansa "Çareseriya siyasî ya Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe" li navenda Çandê ya Reqayê tê lidarxistin.

Li hola konferansê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatine pêşandan.

Di konferansê de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, rewşa li girtîgeha Îmraliyê, şer û aloziyên li Rojhilata Navîn û çareseriyên ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirine tên nîqaşkirin.

Konferans bi dayîna semînerekê ji aliyê hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Reqayê Buşra El Ehmed ve dest pê kir. Buşra dîroka komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, armanca wê, aliyên beşdarî komployê bibûn û qonaxên têkoşîna Rêbertî ya li hemberî komployê şîrove kirin.

Buşra serhildan û çalakiyên pêkhateyên gel ên li hemberî komployê, ji çalakiya "Hûn nikarin roja me tarî bikin" heya pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re çareserî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" nirxandin.

Buşra El Ehmed bal kişand ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinan û got: "Rêbertî di analîzên xwe de girîngiyeke mezin daye rizgarkirina jinan ji koletiyê û girîngiya piştevaniya wan di hemû qadên jiyanê de."

Buşra anî ziman ku bi saya Rêber Abdullah Ocalan jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengî ji şoreşê re dikin û got: "Di serî de ciwan, divê tevahî jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê mezin bikin."

Konferans bi pêşandana belgefîlmeke li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah, şerê desthilatê yê li ser hegemoniyê û bandorên wê li ser civakê tê pêşandan.

(bb)

ANHA