Rêxistina Nûdem Roja Astengdaran pîroz kir

Rêxistina Nûdem destnîşan kir ku astengdarî ne nexweşiyek e, lê taybetmendiyeke mirovî ye, divê rêz lê were girtin û astengdar werin destekkirin.

Rêxistina Nûdem Roja Astengdaran pîroz kir
17 mijdar, 2025   13:55
HELEB

Rêxistina Nûdem a Amadekirin û Geşepêdanên Mirovî ya Astengdaran bi wesîleya nêzîkbûna Roja Astengdaran a Cîhanê daxuyaniyek li pêşiya navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûdê da. Rêvebera rêxistinê Asya Horo û endama rêxistinê Mihemed Heyder daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev bone wek bîrxistinekê ye ku astengdarî ne nexweşî ye, lê taybetmendiyeke mirovî ye ku rêz û piştgiriyê hewce dike, di heman demê de diyar kir ku pêwîst e bawerî bi şiyanên astengdaran hebe û derfetên têr ji wan re werin dayîn da ku potansiyela xwe di warên cuda yên jiyanê de nîşan bidin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kesên astengdar bi hêz û baweriya xwe îsbat kir ku dikarin li hemberî hemû zehmetiyan bisekinin û beşdariya wan a erênî di civakê de nimûneya berxwedan û afirîneriyê ye.

Di dawiyê de ev roj li tevahî astengdaran hat pîrozkirin û jiyeneke birûmet ku mafên wan biparêze û rêzê bide hêza wan, hat hêvîkirin.

(bb)

ANHA