Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo Rêber Abdullah Ocalan kom bûn

Şêniyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê ji bo banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kom bûn û meşek li dar xist. Meşvanan diyar kir ku ew ê heta pêkanîna azadiyê li kolanan bin.

17 mijdar, 2025   14:07
QAMIŞLO

Ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku ev ji sala 1999`an ve li girtîgeha Îmralî tê ragirtin, Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişloyê li bajarê Qamişlo bi dirûşma “Dem dema azadiya Rêber Apo ye" meşek bi rêxistin kir.

Meşê ji Çerxerêya Sonî ya naverasta bajêr bi tevlêbûna bi hezaran şêniyên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs dest pê kir.

Meşvanan pankartên “Rêber Ocalan sembola aştî û heqîqeta mirovatiyê ye” û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan rakirin.

Meşvanan nerînên xwe û sedema hebûna xwe ya di nava girseyê de bi ajansa me re parve kirin.

Xidir Hesen (70) got: “Erdogan sozên ku pêk nayne dide, zilm li serokê me tê kirin. Serokê me banga mafê mirovahiyê dike.”

Leyla Cuma (40) jî destnîşan kir ku ew ê ji bo banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan derketine meşê, heta pêkanîna azadiya wî ew ê li her li kolanan û li ser piyan bin.

‘DIVÊ RÊBER APO LI SER MASEYA DIYALOGÊ AMADE BE’

Meş li ber Çerxerêya Şehîdên Qamişloyê (Sebee Behrat) veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de li ser navê Kongra Star hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziya Mihemed axivî û da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan her dem ji bo gelên bindest banga aştî û aramiyê kiriye û ji bo wê jî têkoşiyaye. Dema wan hevdîtin û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan dîtine wan moral û serîhildan jê girtine û wiha dom kir: “Heke banga Rêbertî derneketa em ê niha di nava rewşeke aloz û şereke ji niha aloztir de bana. Bi banga `Aştî û Civaka Demokratîk` Rêber Apo sîstem û bernameyên tevahî cîhanê da guherandin.”

Remziya Mihemed bal kişand ser amadebûna Rêber Abdullah Ocalan di parlemanê de û got: “Niha jî Rêbertî naynin nava xwe, fikra wî dinirxînin û ew paşguh jî dikin. Divê Rêber Apo li ser maseya ku lê diyalog tê kirin, amade be.”

‘ÇARESERIYA HEQÎQÎ FIKRA RÊBERTÎ YE’

Di mîtîngê de endamê Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo û endamê Rêveberiya Kongra Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Sarûxan jî axivî û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikra xwe azad e û ew jî bi hacetî azadiya wî ya fîzîkî ne.

Ebdulkerîm Sarûxan diyar kir ku çareseriya heqîqî, ya ku bi fikra Rêber Abdullah Ocalan e, ev berpirsyartiya dewleta Tirk e, dewleta Tirk dizane wê bi tena xwe nikaribe tiştekî bi ser bixe. Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo civakan rêya çareseriyê ye û wiha anî ziman: “Eqûbeta gelan girêdayî Rêber Abdullah Ocalan e, dema azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk nayînin, wê demê divê em bizanin hêzên navneteweyî hîn kiryarên xwe yên li dijî gelê Kurd berdewam dike. Rizgariya herêm û gel girêdayî azadiya Rêbertî ye, lewma divê bi hevgirtin em têkoşîna xwe bidomînin.”  

Mîtîng bi berzkirina sloganên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Îmraliyê” bi dawî bû.

(sb)

ANHA