Rêxistina Jinan a Partiya Pêşverû serdana navenda YPJ’ê kir

Şandeyek ji Rêxistina Jinan a Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê bi boneya 8’ê Adarê serdana biryargeha giştî ya YPJ’ê kir û 8’ê Adarê li wan pîroz kir.

6 adar, 2025   18:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ji Rêxistina Jinan a Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bi pêşengiya endama serkreteriya navendî ya partiya Pêşverû Mizgîn Berekat, endamên partiyê Hêlîn Osê, Şukriya Mihemed, Wan Berekat û dayika Ciwan bi boneya Roja Jinan a Cîhanê (8’ê Adarê) serdana biryargeha giştî ya YPJ kirin.

Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn, endama Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Kurdistan Dêrik û fermandara Yekîneyên Jinên Ermen Sûsê Serkîs pêşwaziya şandeyê kir .

Şandeya jin a Partiya Pêşverû piştgiriya xwe ya bi şervanên YPJ’ç re raber kir û got: "YPJ’ê hêza parastina hemû jinên Sûrî ye û çavkaniya hêza me ye”.

Endama Fermandariya YPJ’ê Rohilat Efrîn jî têkoşîna jinan a li her qadê silav kir û got: "Divê bi wesîleya roja 8’ê Adarê asta têkoşîn û rêxistinbûna jinan bilintir bibe. Ev wê hevgirtin bibe wesîleya avakirin û parastina civaka Demokratîk û aştiya birûmet."

Şandeya jinan a Partiya Pêşverû bi boneya 8’ê Adarê û piştgiriya berxwedana YPJ’ê xelatek diyarî wê kir.

(fr)