Jinên ji Dêrazorê 8’ê Adarê pîroz kir

Jinên ji kantona Dêrazorê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir û diyar kir ku ev roj roja pîrozkirina destkeftiyên şehîdên leheng, fedekarî û berxwedana wan li hember zehmetiyan e.

Jinên ji Dêrazorê 8’ê Adarê pîroz kir
Jinên ji Dêrazorê 8’ê Adarê pîroz kir
Jinên ji Dêrazorê 8’ê Adarê pîroz kir
Jinên ji Dêrazorê 8’ê Adarê pîroz kir
Jinên ji Dêrazorê 8’ê Adarê pîroz kir
Jinên ji Dêrazorê 8’ê Adarê pîroz kir
Jinên ji Dêrazorê 8’ê Adarê pîroz kir
Jinên ji Dêrazorê 8’ê Adarê pîroz kir
Jinên ji Dêrazorê 8’ê Adarê pîroz kir
Jinên ji Dêrazorê 8’ê Adarê pîroz kir
Jinên ji Dêrazorê 8’ê Adarê pîroz kir
Jinên ji Dêrazorê 8’ê Adarê pîroz kir
Jinên ji Dêrazorê 8’ê Adarê pîroz kir
Jinên ji Dêrazorê 8’ê Adarê pîroz kir
6 adar, 2025   19:31
DÊRAZOR

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê (8’ê Adarê), li bajarokê Hesîniyê yê gundewarê rojavayê kantonê şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de şênî, endamên saziyan, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), nûnerên ji meclisê xwecihî, komîteyên jinan, meclisên malbatên şehîd ên kantona Dêrazorê beşdar bûn.

Şahî li kêlek pira El Mueleq hat organîzekirin. Di şahiyê de hevseroka Rêxistinên Civaka Sivîl yên kantona Dêrazorê Sece Huwêdî bixêrhatina beşdaran kir û ev roj li jinên cîhanê pîroz kir.

Sece wiha domand: "8’ê Adarê ne tenê roja pîrozkirinê ye, lê belê xala ji bo nûkirina sozê û dewamkirina têkoşînê ya ber bi pêşerojeke edaletir ve ye."

Her wiha endama Desteya Jinan a Kantona Dêrazorê Elya El Elî 8’ê Adarê li jinên Sûriyeyî pîroz kir û got: "Ev roj, roja pîrozkirina destkeftiyên şehîdan û fedekariyan wan û berxwdana wan li hember zehmetiyan e."

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Sena El Mihemed jî got: "Em di vê rojê de bi serbilindî şehîdên ku di oxira azadiyê canê xwe dane, mîna Kerem El Şehab El Hemed û Hêva Erebo, bi bîr tînin."

Di şahiyê de şano, xwendina helbestan û stran ji hêla koma Zêrîn, koma Vejandina Mîrasa Ereb ve, hatn pêşkêşkirin.

Şahî bi gerandina dîlanan, belavkirina şêraniyê û xurmeyan, hin diyariyên sembolîk û gulan, bi dawî bû.

(fr)

ANHA