Rêxistina hiqûqî: Li dibistanên Efrînê nijadperestî li dijî zarokên Kurd heye

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriyê da zanîn ku li dibistanên Efrîna dagirkirî nijadperestî li dijî zarokên Kurd tê meşandin. Rêxistinê diyar kir ku zarok rojane ji aliyê mamosteyên ku piştî dagirkirina Efrînê li wir bi cih bûne ve, rastî êşkenceyê tên.

Rêxistina hiqûqî: Li dibistanên Efrînê nijadperestî li dijî zarokên Kurd heye
1 cotmeh, 2025   23:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriyê di daxuyaniyê de diyar kir ku li dijî zarokên Kurd li dibistanên bajarê Efrîna dagirkirî rastî nijadperestiyê tên.

Rêxistinê ku xwe spartiya çavkaniyên xweciyî diyar kir ku mamosteya bi navê Muna û hevjînê wê yê mamoste Xalid ên ku bi çeteyên "Emşat" re li gundê Qermîliq ê navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî hatine bicihkirin, binpêkirin û nijadperestiyê li dijî zarokên Kurd pêk tînin.

Rêxistinê diyar kir ku tevî hebûna "Ewlekariya Giştî" lê dîsa jî giliyên şêniyan bê bersiv dimînin.

Rêxistinê destnîşan kir ku şêniyan diyar kiriye ku ev kiryar ne yekalî ne, lê belê ew beşek ji siyaseta nijadperestiyê ya li dijî zarokên Kurd in da ku wan ji xwendinê dûr bixin û ziman û çanda wan tune bikin.

(mh)