Rêxistin û tevgerên jinan ji ber şehadeta Cîhan û Nazim serdana ajansa me kir

Rêxistin û tevgerên jinan ên li bajarê Qamişloyê ji ber şehadeta nûçegihana me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan serdana avahiya ajansa me kir û sersaxî xwest.

 Rêxistin û tevgerên jinan ji ber şehadeta Cîhan û Nazim serdana ajansa me kir
 Rêxistin û tevgerên jinan ji ber şehadeta Cîhan û Nazim serdana ajansa me kir
 Rêxistin û tevgerên jinan ji ber şehadeta Cîhan û Nazim serdana ajansa me kir
 Rêxistin û tevgerên jinan ji ber şehadeta Cîhan û Nazim serdana ajansa me kir
23 kanûn, 2024   15:52
QAMIŞLO

Nûnerên Desteya Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kongra Star, PYD, endam û nûnerên rêxistin û tevgerên jinan û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ji ber şehadeta nûçegihana me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan serdana avahiya ajansa me ya li bajarê Qamişloyê kir û sersaxî xwest.

Hevseroka PYDˈê Perwîn Yûsif sersaxî ji hevreyên rojnamevanên şehîd re xwest û got: “Bila serê hemû hevalên me yên rojnamevan sax be. Ji ber şehadeta rojnamevana jêhatî Cîhan Bîlgîn a ku mohra xwe li Şoreşa 18ˈê Tîrmehê xistiye em xemgîn in. Bi saya pênûs û kameraya rojnamevanan tevahî cîhan şoreşa azadî, rûmet û mirovahiyê, dengê berxwedan û têkoşîna li Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê dişopîne."

Perwîn Yûsif di dawiyê de got: "Wê dirûşma me ya li dijî dagirkeriyê berxwedan be. Berdêl çi dibe bila bibe em ê şopdarên rêya şehîdan bin."

Ji rêveberên ajansa me ANHAˈyê Hêvîdar Henan jî diyar kir ku dê aşkerakirina rastiyan bidomînin û rêya şehîdan bişopînin.

(bb)

ANHA