Cangoriyên berxwedana Sirînê bi girseyî hatin oxirkirin

Şehîdên berxwedana Sirînê Egîd û Sîrac li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê hatin oxirkirin.

23 kanûn, 2024   16:22
KOBANÊ

Şervanên QSD`ê Egîd Kobanê (Nîhad Ehmed) 21`ê Kanûnê û Sîrac (Sîrac Ebudulcebar) ê 8`ê Kanûnê li Sirînê şehîd bûbûn, ji aliyê sedan kesî ve li Pakrewangeha Şehîd Dîcle hatin oxirkirin.

Merasîmê oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Îsmaîl axivî û ev tişt got " Êrişên dagirkeriyê li ser herêmê me zêde dibin. Lê li beramberî wê şervanên me yên berxwedêr hemû planên wan têk dibin. Rojane binesaziya herêmên me û destkeftiyên şoreşa me tên hedefgirtin, lê her rojê bi van şehîdan em destkeftiyên xwe diparêzin. Dixwaze êrişî Kobanê bike û komkujiyan pêk bîne, lê bila bizanin çawa me DAIŞ tune kir, em ê dewleta Tirk jî têk tbibin. Em in xwediyê wê axê ne em ê wê diparêzin."

Hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer a Kantona Firatê Mistefa Êto jî axivî û bi van gotinan bal kişand ser nirxên şehîdan: "Şehîd rûmet, azadî û demokrasî û edaletê ji bo tevahî gelan diparêzin. Em ê heya serxistina armancên wan şopdarên rêya wan bin."

Dûra jî wesîqeyên şehîdan hatin xwenidn û radestî malbatên wan hat kirin.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşma hatin definkirin.

(sş/bb)

ANHA