Rêxistin û şêniyên Qamişloyê ji projeya nixumandina çemê Ceqceq ne razî ne

Li bajarê Qamişloyê, rêxistinan helwesta nerazîbûnê li hemberî projeya nixumandina çemê Ceqceq nîşan da. Şêniyan diyar kir ku çem beşeke sereke ya nasname û dîroka bajêr e û ev proje tadeyê li sembolên bajêr dike.

21 tebax, 2025   23:14
QAMIŞLO

Gelek rêxistin û desteyên sivîl û çalakvanên ekolojî û yên serbixwe li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a Qamişloyê nixumandina çemê Ceqceq protesto kir. Di salvegera 99'emîn a avakirina bajarê Qamişlo de jî bangên parastina têkiliyên dîrokî yên çemê Ceqceq û nasnameya bajêr, bilind bûn.

Xwepêşandêran pankartên ku gotinên nerazîbûnê li ser nivîsandî bûn, hildan.

Organîzkerên vê çalakiyê destnîşan kir ku projeyeke wiha tadeyê li sembolên bajêr dike. Her wiha wan bang li aliyên berpirs kir ku vê projeyê betal bikin û projeyeke ekolojîk ji bo ji nû ve geşkirina çemê li dar bixin.

Çalakvana ekolojî Îman Îbrahîm daxuyaniyek bi navê beşdaran xwend û tê de hat diyarkirin ku çemê Ceqceq semboleke sereke ya nasnameya bajêr û dîroka wî ye. Di daxuyaniyê de teqezî bi girîngiya parastina çemê û veguhartina vê projeyê bi projeyeke din a ekolojî, hat dayîn.

Endamê rêveber ê komeleya “keziyên kesk” Zîwar Şêxo diyar kir ku projeya alternatîf a ku Dr.Azad Elî pêşniyar kiriye, rê li pêşiya sererastkirina çemê bi rêbazekî mayinde û zirarê nade jîngehê, vedike û li gorî projeya ku şaredariyê pêşniyar kiriye ya ku lêçûna wê 11 milyon dolar e, lêçûna projeya Dr.Azad Elî kêmtir e (700 hezar dolar). Şêxo destnîşan kir ku divê bermahiya kanalîzasyonê navêjin çemê û divê, şênatiya bi navê qamîş bê çandin ku avê bi awayekî xwezayî parzûn dike. Şêxo destnîşan kir ku têkoşîna ji bo parastina çemê berdewam e.

Di şahiya ku komeke koordînasyonê parastina jîngehê li dar xistiye de, hunermend Qasim Xeybî, berhemên xwe pêşandan û beşdaran li ber wan stranan govend gerand.

Ji bo fêmkirin mijarê ji nêz ve, hevseroka Şaredariya Gel a Qamişloyê Bêrîvan Omer bersiva pirsên ajansa me da. Bêrîvanê diyar kir ku projeya vejandina çemê di nava plansaziya şaredariyê de ye, ji bo wê lêkolîn û amadekirî tê kirin ji ber ku ev çem, damara stratejîk a bajêr e sedema sereke ya avakirina bajarê kevnar e.

Şaredariyê diyar kir ku ji ber pirsgirêkên tenduristî û qirêjiya ku çem dibû sedema wê, gelek gilî ji aliyê şêniyên derdora çem dihatin kirin. Her wiha destnîşan kir ku av ji çavkaniya sereke jî ne paqij e û tevî hewldanên paqijiyê dîsa jî tu encamên berçav nehatin girtin, ji ber wê jî şaredariyê li gorî daxwazên şêniyan projeya ji nû ve avakirina kanala çemê, amade kir.

Bêrîvan Omer diyar kir ku berê rêxistineke ekolojiyê lêkolînek ji bo projeyekê bi Gerînendetiya Jîngehê re amade kiribû û hin xal ji wê projeyê hatin rastkirin wek ku rûberek guncaw di navbera avahiyan û çem de hebe û rê ji bo erebeyên paqijiyê hebe. Bêrîvan Omer got ku di projeyê de çem bi temamî nayê zuhakirin.

Bêrîvan Omer diyar kir ku bi hezaran dar ê li berçem werin çandin, kevirên pazîltî werin danîn û berçem bi temamî were ronîkirin û her demekê jî çem were paqijkirin.

Bêrîvan Omer ji ajansa me re destnîşan kir ku mutehid ê bi mercên şaredariyê ve pabend be û got ku ji ber qirêjiya çem pêwistî heye ku proje yekser were destpêkirin.

Koma Hemahengiya Ekolojî diyar kir ku tevgera sivîl a li dijî vê projeyê dê heta çend rojên din bidome.

(mh-şx)

ANHA