Rewşenbîrên sûdanî Parêznameya 5’emîn nîqaş kir

Rewşenbîr, hiqûqnas û siyasetmedarên sûdanî diyar kir ku eger ramanên Rêber Abdullah Ocalan li welatê wan werin pêkanîn, dê dawî li şer û kaosê were.

Rewşenbîrên sûdanî Parêznameya 5’emîn nîqaş kir
27 îlon, 2024   15:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi beşdariya hejmarek rewşenbîr, hiqûqnas û siyasetmendarên sûdanî yên li Qahîreyê dimînin, panelek li ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û ramanên wî hat lidarxistin. Di panelê de ku li Navenda Weşangerî û Wergerê ya Nefertîtî hat lidarxistin, nîqaş li ser parêznameya 5’an a Rêber Abdullah Ocalan a bi sernavê "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" çêbû.

Beşdaran naveroka parêznameyê "gelekî bi nirx" wesifand û got fikrê ku di parêznameyê de hatine pêşkirin, dikarin ji prisgirêkên neteweyî, etnîk û kêmneteweyan re bibin çareserî.

Beşdaran çawaniya sûdwergirtina ji felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna wê li Sûdanê nîqaş kirin, diyar kir ku rewşa Sûdanê dişibe pirsgirêka Kurd ku gihaştiya asta qirkirinê. Her wiha got, pêwîstiya rewşa Sûdanê jî mîna ya Kurdan bi lêkolîn û lêhûrbûneke kûr heye û her kesên li Sûdanê hewcedarî xwendina ramanên Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna wan a bi awayekî rasteqîn in.

Beşdaran diyar kir ku di parêznameya 5’an de pirsgirêkek civakî ya tevlihev bi çavekî sosyolojîk hatiye nirxandin û got pirtûk veguhastineke mezin di felsefeya civakê de û çareserkirina pirsgirêkên siyasî nîşan dide.

Beşdaran fikra neteweya demokratîk wek bingeha bidawîkirina tevahî pirsgirêkan nirxand û girîngiya nêzîkbûn û pêkvejiyana neteweyan a li ser esasê hemwelatîbûnê û bêyî nakokiyan vegotin. Dane zanîn ku felsefeya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye rewşa mîna ya li Sûdanê jî analîz kiriye û gotin pêwîstiya civaka Sûdanê bi azadî, edalet û demokasiyê heye.

Beşdaran di dawiya panelê de diyar kir ku Rêber Abdullah li gelek welatan wek sembol tê dîtin û got çareserkirina pirsgirêka Kurd û aloziya Sûdanê û yên Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e.

(bb)