Tehranê careke din dosyaya nukleerî vekir

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku dosyaya nukleerê bi Ewropayê re dîsa vekirine.

Tehranê careke din dosyaya nukleerî vekir
27 îlon, 2024   15:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomê Îranê Mesûd Pizîşkiyan duh êvarê piştî vegera ji New Yorkê, li Balafirgeha Mehr Abad a li Tehranê axivî.

Pizîşkiyan ragihand ku rayedarên Îranê di serdana xwe ya li New Yorkê de peymana nukleerî ya li gel rayedarên Ewropayê gotûbêj kiriye.

Pizîşkiyan diyar kir ku di hevdîtinê de lihevkirin çêbû ku wezîrê karên derve yê Îranê û wezîrên welatên Ewropayê dosyaya nukleerî dîsa bixin rojevê. Pizîşkiyan got: "Lihevkirin çêbû ku civînek li Ewropayê were lidarxistin. Me behsa peymana nukleerî kir. Me fikarên xwe bi ewropiyan re parve kirin. Lihevkirin çêbû ku wezîrê karên derve careke din vê mijarê nîqaş bike."

Serokê berê yê Amerîkayê di çarçoveya pêkanînên giran ên li ser aboriya Îranê de, Washington ji peymana nukleerî vekişandibû. Di heman demê de, Tehranê erkên xwe yên nukleerî binpê kirin. Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê çend caran der barê zêdekirina bilez a rêjeya zengînkirina uranyomê de ku li Îranê depokirî ye, hişyarî daye. Têkildarî vê yekê jî Pizîşkiyan got: "Ewropî ji vê mijarê ne razî ne. Hewldan têne kirin ku ev mijar bi rêya diyalogan were şopandin."

Serokê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, Rafael Grossi duh di hevpeyvîneke li gel AFP’ê de gotibû: "Xuya ye ku Îran amade ye dan û standinên nukleerî ji nû ve bide destpêkirin, lê niha vegera mufettîşên ku destûra wan hatiye betalkirin, red dike."

Crossi îşaret pê kir ku rayedarên Îranê ragihand ku ew amade ne dan û standinan li gel Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê û hevkaên wê yên berê yên di peymana nukleerî de bikin.

Biryar e ku Grossi meha bê (Cotmeh) serdana Tehranê bike da ku beriya pêkanîna peymaneke berfireh, çavdêriyê bike.

Li gorî  ajansê, Tehranê rêjeya zengînkirina uranyumê ji sedî 60 zêde kiriye. Ev rêje jî nêzîkî sedî 90 e ku dikare çekên nukleerî pê çêke.

(bb)