Rewşenbîr: Projeya Rêber Apo bingeha ramyarî ya guhertinên civakî ye

Rewşenbîrên ji bajarê Girkê Legê got projeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo her guhertineke civakî bingeheke ramyarî ye û daxwaza xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman.

Rewşenbîr: Projeya Rêber Apo bingeha ramyarî ya guhertinên civakî ye
18 îlon, 2025   02:35
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Rewşenbîrên li Girkê Legê ya kantona Cizîrê xwesteka xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman.

Nivîskar Biradost Mîtanî destnîşan kir ku kampanyayên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, xwesteka civakê ya ji bo têkiliya rasterast a bi Rêber Abdullah Ocalan re nîşan didin û got: "Ez jî dixwazim Rêber Abdullah Ocalan bibînim, ji ber ku ew dibistaneke rewşenbîrî û jiyanê ya berfireh e. Ji bo min, ew lêvegereke bingehîn e ji bo mijarên azadî û edaletê. "

Mîtanî wiha dewam kir: "Ramanên wî alîkariya me kir ku em fêm bikin guhertin ji hundirê civakê dest pê dike û edalet tenê bi hişmendî û rêxistinê dikare were bidestxistin. Hevdîtina bi wî re ne daxwazeke takekesî ye, lê daxwaza tevahiya gel e ku dixwaze bi azadî û rûmet bijî.”

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Seîd Mela Yûsif jî daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman û got: "Projeya Rêber Abdullah Ocalan ne tenê pêşniyareke teorîk e, lê nêrîneke berfireh e ji bo avakirina civakan. Ramanên Rêber Abdullah Ocalan nexşerêyeke rizgariyê ne.”

Mela Yûsif wiha dewam kir: "Hevdîtina bi Rêber Apo re ne tenê mafekî siyasî û mirovî ye, lê di heman demê de hewcedariyeke nasnameyê ye, ji bo hemû kesên dixwazin projeya rizgariyê fehm bikin û tê bikoşin.”

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Ednan Birko jî got: "Ez dixwazim Rêber Abdullah Ocalan bibînim, ji ber ku em ji wî fêr bûne ka em çawa bi hêvî û berxwedanê pirgirêkan çareser bikin.”

Birko got: "Ramanên wî ne tenê pirtûkek in ku werin xwendin, lê şêwazeke jiyanê ne. Projeya wî ya ramyarî ji ciwanan re bûye rêya siberoja dadmend û wekhev. Rêber Apo sembola hêviyê ye û dengê wî hêviyên bi milyonan kesan vedibêje.”

(k)

ANHA