Li ser rêya Şam-Siwêdayê alozî

Endamekî benda kontrolê nehişt “êlên Bedû” biçin Şamê lewma êlan rêya Siwêda-Şamê careke din qut kir.

Li ser rêya Şam-Siwêdayê alozî
17 îlon, 2025   21:14
NAVENA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku endamekî “benda El Edliye” nehişt êlên Bedû derbasî Şamê bibin, lewma li ser rêya Şam-Siwêda alozî derket. 

Êlên Bedû piştî wê, rêya Şam-Siwêda qut kir û daxwaz kirin ku ew vegerin malên xwe pişt ku jê hatin koçberkirin.

Girêdayî heman mijarê, çalakvanan li ser mediya dijîtal dîmenek belav kir ku ‘’çawa êlên Bedû rêya Siweyda-Şamê birine" û dûman ji hin deveran bilind dibe.

Beriya niha endamên hêzên Hikûmeta Veguhêz û çekdarên wan peymana agirbestê li Siwêdayê binpê kirin. Çekdaran ji bajarokê Xirbet Semer, bajarokê Ara yê rojavayê parêzgehê topbaran kirin. Der barê qurbanî yan birîndaran de ti daxuyanî nehatiye dayîn.

(ac-şx)

ANHA