460 rojnamevan piştgirî da Stêrk TV û Medya Haber TV’yê

460 rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya kanalên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê îmzeyên xwe dan.

460 rojnamevan piştgirî da Stêrk TV û Medya Haber TV’yê
28 nîsan, 2024   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsan 23`yê Nîsanê bi ser avahiya kanalên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê ya li bajarê Dendeleu ê Belçîkayê de girtibû û ji bo serdegirtinê jî sedemek diyar nekiribû. Her wiha bi şev jî nehiştin xebatkarên kanalan bikevin studyoyan.

Her wiha polîsan deriyê odeya weşanê şikandibû û amûrên tê de wêran kiribûn. Nêzî 200 polîsan 4 saetan lêgerîn di avahiyan de kir û dest danî ser a kompîtur û alavên din.

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ji bo piştgiriya her du kanalan, 24`ê dest bi hemleyekê bi dirûşma "Stêrk TV û Medya Haber TV dengê me ne" kir.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera YRA`yê hatiye parvekirin, heta niha 460 rojnamevanan îmzeyên xwe dane û hemûyan jî ev kiryara bêhincet a li dijî saziyên çapemeniyê yên rastiyê radigihînin, şermezar kir.

(şx)

ANHA