Rêveberiya Xweser roja duşemê kir betlane

Rêveberiya Xweser bi boneya cejna Nolê roja duşemê kir betlane.

Rêveberiya Xweser roja duşemê kir betlane
23 kanûn, 2023   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser biryarnameyek weşand. Li gorî biryarnameya bi hejmara 33’yan, bi boneya cejna Noelê roja duşemê (25’ê Kanûnê) tevahî saziyên Rêveberiya Xweser dikin betlane.

Di biryarnameyê de tê gotin: “Roja duşemê 25’ê Kanûna 2023’yan, ji bilî daîreyên ku pêwîstiya wan bi xebata domdar heye, tevahî daîre û saziyên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin betlane.”

(bb)