Ji bo berxwedêrên di grevên birçîbûnê de banga piştevaniyê

Beşdarên çalakiya greva birçîbûnê ya li navçeya Holê ji bo rakirina tecrîdê banga têkoşînê û piştevaniya bi berxwedana girtiyan re kir.

Ji bo berxwedêrên di grevên birçîbûnê de banga piştevaniyê
Ji bo berxwedêrên di grevên birçîbûnê de banga piştevaniyê
Ji bo berxwedêrên di grevên birçîbûnê de banga piştevaniyê
Ji bo berxwedêrên di grevên birçîbûnê de banga piştevaniyê
Ji bo berxwedêrên di grevên birçîbûnê de banga piştevaniyê
Ji bo berxwedêrên di grevên birçîbûnê de banga piştevaniyê
Ji bo berxwedêrên di grevên birçîbûnê de banga piştevaniyê
23 kanûn, 2023   15:28
HESEKÊ

Çalakiya greva birçîbûnê ya li xelkê navçeya Holê ya piştgiriya bi berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de di roja duyemîn de ye. Çalakî di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd a Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan de tê lidarxistin.

Di roja duyemîn de şêniyên navçeya Şedadê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Navçeya Şedadê Hesen Mixlif axivî, bang li rêxistinên navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bike.

Rêvebera Kongra Star Şedadê Emîra Seed jî bang li tevahî jin û tevgerên jinan kir ku li dijî tecrîdê tê bikoşin û piştgiriyê bidin berxwedana girtiyan. Emîra Seed got gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê têkoşînê bidomîne ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Li gorî komîteya çalakiyê, çalakî dê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

(bb)

ANHA