Rêveberiya Xweser jinek û 3 zarokên DAIŞ’î radestî Brîtanyayê kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinek û 3 zarokên DAIŞ’î radestê şandeya Brîtanyayê kir.

Rêveberiya Xweser jinek û 3 zarokên DAIŞ’î radestî Brîtanyayê kir
Rêveberiya Xweser jinek û 3 zarokên DAIŞ’î radestî Brîtanyayê kir
Rêveberiya Xweser jinek û 3 zarokên DAIŞ’î radestî Brîtanyayê kir
Rêveberiya Xweser jinek û 3 zarokên DAIŞ’î radestî Brîtanyayê kir
Rêveberiya Xweser jinek û 3 zarokên DAIŞ’î radestî Brîtanyayê kir
24 gulan, 2024   16:50
NAVENDA NÛÇEYAN

22’yê Gulanê şandeyeke ji Brîtanyayê bi serokatiya Nûnera Brîtanya ya Taybet bo Sûriyeyê Anne Snow û Sekreterê Siyasî yê Duyemîn ê Ofîsa Brîtanya ya Kar û Barên Sûriyeyê Ed Wilkes serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Endamên şandeya Brîtanyayê ji aliyê hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Fener El Giêt, endamê Desteya Rêveber a daîreyê Xalid Îbrahîm û nûnera Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Lana Hisên ve hat pêşwazîkirin û hevdîtin pêk hat.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî, aborî, ewlehî û mirovî li Sûriyeyê hatin nirxandin.

Îlham Ehmed bal kişand ser hilbijartinên şaredariyan ku dê 11’ê Hezîrana pêş li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin lidarxistin û wekî gaveke erênî ber bi avakirina pergelek demokratîk a rewa û zelaltir ve nirxand.

Îlham Ehmed  bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Îlham Ehmed bi bîr xist ku ji ber êrişan zerarên mezin li binesaziya herêmê bû û di encamê de alozî û êşa niştecihan kûrtir bû.

Nûnera Taybet a Brîtanya bo Sûriyê Anne Snow jî anî ziman ku Brîtaniya ku ji yek ji endamên Koalîsyona Navneteweyî ya şerê li dijî DAIŞ’ê ye dê erka xwe ya li hemberî xetereya DAIŞ’ê û rêgirtina li ber zindîbûna wê bidomîne. Anne Snow diyar kir ku rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi girêk e û xetereya DAIŞ’ê hîna li ser civakên Sûriye, Iraq û wêdetir heye.

Anne Snow spasiya QSD’ê û rayedarên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir ku di vegera welatiyên brîtanî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bo welatên wan de destek da şandeyê.

Di dawiyê de nûnerên Rêveberiya Xweser jinek û 3 zarokên ji Brîtanyayê yên malbatên DAIŞ’ê radestî şandeyê kir. Radestkirin li gorî belgeyeke fermî pêk hat.

(bb)

ANHA