Rêveberiya Xweser: Îradeya azad serkeftinê ava dike

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe ya bi boneya salvegera 10ˈan a serekftina berxwedana Kobanê de diyar kir ku îradeya azad serkeftinê ava dike. Rêveberiyê bang li tevahî hêzên nîştimanî û civata navneteweyî kir ku li hemberî êrişên li ser Bendava Tişrînê û gefên li ser destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Rêveberiya Xweser: Îradeya azad serkeftinê ava dike
26 ÇILE, 2025   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera 10ˈan a serkeftina berxwedana Kobanê daxuyaniyek weşand.

ˈSERKEFTINA BERXWEDANA KOBANÊ SERKEFTINA MIROVAHIYÊ BÛˈ

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de diyar kir ku serkeftina berxwedana Kobanê bû sedema bidawîbûna projeyên tundrew li Sûriye, herêmê û cîhanê.

Rêveberiya Xweser bal kişand ser hevgiritna pêkhateyên gelê herêmê di berxwedana Kobanê de û hate gotin: "Berxwedana ku di encama hevgirtina pêkhateyên gelê me de hate bidestxistin rastiya vîna gel û hêza wê ya li hember projeyên qirkirin û tunekirinê îsbat kir. Serkeftina Kobanê serkeftina mirovahiyê bû. Serkeftina vê berxwednê Sûriye û hemû cîhan ji xeterî û tundrewiyê parast. Berxwedana gelê me li Kobanê û tevlêbûna hemû Kurdistanî û enternasyonalîstan ji vê berxwedanê re îsbat kir ku îradeya azad serkeftinê ava dike."

ˈMÎRATEYA BERXWEDANA KOBANÊ BI SER DIKEVEˈ

Rêveberiya Xweser bi vê boneyê şehîd û birîndarên berxwedana Kobanê bi bîr anî û daxuyand ku mîrateya vê berxwedanê îro li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku dixwazin îradeya gel bişkînin, bi ser dikeve.

Rêveberiya Xweser di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku divê destkeftiyên ku bi berxwedana Kobanê û şûnde hatin bidestxistin werin parastin û bang kir "Divê tevahî hêzên nîştimanî yên sûriyeyî û civaka navneteweyî berpirsyariyên xwe li hemberî xetereyên li ser destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bendava Tişrînê bi taybetî bi cih bînin. Berdewama êrişan wê karasetên rasteqîn li ser asta vegera DAIŞˈê, karasetên mirovî û xetereyên din wekî tevlihevî û şerê bê dawî bi xwe re bînin."

ˈEM Ê BI RIHÊ BERXWEDANA KOBANÊ SÛRIYEKE YEKGIRTÎ AVA BIKINˈ

Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniyê de ev peyam da: "Berxwedana Kobanê ji bo bihêzkirin û geşkirina berxwedana me ya di hemû astan de dê bingeheke xurt bimîne. Rihê vê berxwedanê li Bendava Tişrînê geş dibe û berdewam dike û serkeftinan bi dest dixe. Em ê bi vî ruhî ber bi pêkanîna hêviyên gelê xwe yên demokrasî û aştiyê ve bimeşin. Em ê bi rihê berxwedana Kobanê herêmên dagirkirî rizgar bikin, dagirkeran derxînin û hemû projeyên hegemonîk têk bibin. Em ê bi xwişk û biradarên xwe yên welatparêz ên sûriyeyî re Sûriyeke bihêz, yekgirtî û demokratîk, ava bikin."

(bb)

ANHA