Berxwedana Bendava Tişrînê didome

Tevî êrişên dijwar jî 19 roj e gel  bi biryardarî û moraleke bilind nobeta parastina Bendava Tişrînê didomîne.

Berxwedana Bendava Tişrînê didome
26 ÇILE, 2025   11:13
BENDAVA TIŞRÎN
DÎCLE EHMED

Duh ji bajarê Kobanê bi sedan kes berê xwe da Bendava Tişrînê û beşdarî çalakiya parastina bendavê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bûn. 

Îro jî di saetên sibehê de şêniyan dest bi paqijkirina bendavê kirin. Şêniyan diyar kir ku dê çalakiya parastina bendavê ji êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bidomînin. Her wiha îşaret pê kir ku ew moralê xwe ji serkeftina berxwedana Kobanê ya li  hemberî çeteyên DAIŞˈê digirin.

Şêniyan dane zanîn ku çi qasî êriş dijwar bin jî ew bendavê terk nakin. Şêniyan destnîşan kir ku bendav ji bo gelemperiya gelê Sûriyeyê destkeftiyek e û parastina wê erkekî nîştimanî ye.

Şêniyan gotin: "Em li vir in da ku ji dewleta Tirk a dagirker re îsbat bikin ku em xwediyê vê axê ne û êriş çiqasî dijwar bin jî em terka axa xwe nakin. Em ê bendavê biparêzin û têkoşînê berdewam bikin heya herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê dewam dikin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 19 roj in nobeta parastina bendavê digirin.

(bb)

ANHA