Bernameya şahiyên Cejna Ekîto diyar bû

Partiya Yekitiya Suryanî cih û demjimêrên şahiyên Cejna Ekîto yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin.

Bernameya şahiyên Cejna Ekîto diyar bû
Bernameya şahiyên Cejna Ekîto diyar bû
Bernameya şahiyên Cejna Ekîto diyar bû
Bernameya şahiyên Cejna Ekîto diyar bû
27 adar, 2025   23:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Suryanî li ser rûpelên xwe yên medyaya dîjîtal cih û demjimêrên şahiyên Cejna Ekîto (Sersala Babilî ya Aşûrî) diyar kirin û şênî vexwendin.

Partiyê diyar kir ku wê şahî li gundê Girşêranê yê bajarê Tirbespiyê roja sêşemê 1'ê Nîsanê saet di 11'ê sibehê de li dar bikeve.

Partiya Yekitiya Suryanî bi "Komîteya Koordînasyona Partiyên Gelê Me yên Neteweyî ku ji Rêxistina Aşûrî ya Demokratîk û Partiya Aşûrî ya Demokratîk pêk tê, wê 2 şahiyên cuda li 2 deveran li dar bixe:

Li gundê Til Werdiyat ê bajarê Til Temirê saet di 10 û nîvê sibehê de.

Gundê Hekmiyê yê bajarê Dêrikê saet di 12'ê nîvro de.

Ev şahî, ji bo gelê Sûryanî-Asûrî-Kildanî, mîna Newroza Gelê Kurd, xwedî semboleke mezin e.

(mh/fr)

ANHA