Rêveberiya Xweser a Cizîrê bernameya Newrozê aşkera kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê navend û cihên pîrozkirina Newrozê aşkera kirin.

Rêveberiya Xweser a Cizîrê bernameya Newrozê aşkera kir
Rêveberiya Xweser a Cizîrê bernameya Newrozê aşkera kir
Rêveberiya Xweser a Cizîrê bernameya Newrozê aşkera kir
Rêveberiya Xweser a Cizîrê bernameya Newrozê aşkera kir
Rêveberiya Xweser a Cizîrê bernameya Newrozê aşkera kir
Rêveberiya Xweser a Cizîrê bernameya Newrozê aşkera kir
17 adar, 2024   13:44
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê bernameya şahiyên Newrozê aşkera kir. 

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo û hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê Talet Yunis daxuyanî li Çerxerêya Şehîd Yusif Gulo ya Qamişloyê xwend.

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê, Kongra Star, saziyên xizmetguzariyê, sivîl, TEV-DEM, Meclisa Malbatên Şehîdan û partiyan tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de navend û cihên ku dê şahiyên Newrozê lê bên lidarxistin hatin aşkerakirin. Li gorî daxuyaniyê navend ev in:

Li Dêrikê navenda Newrozê ya li ser rêya Memşûrê.

Li Tirbespiyê li Qada Newrozê ya li Dirêcîkê.

Li Girkê Legê û Çilaxa li Qada Newrozê ya li gundê Helîq.

Li Qamişloyê li Qada Newrozê ya li Hîmoyê.

Li Amûdê li Qada Newrozê ya li Caxir Bazarê.

Li Dirêbsiyê li Qada Newrozê ya li Çolbistanê.

Li Hesekê li Qada Newrozê ya li Bendava Xerbî.

Her wiha hate diyarkirin ku Newroza îsal bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" tê pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku bi girseyî tev li şahiyan bibin û Newroz bibe.

(şx)

ANHA