Li Helebê 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li gundewarên Helebê 2 leşkerên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Li Helebê 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
17 adar, 2024   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) çeteyên Esaêb El Hemra û Lîwa El Muderat ên çeteyên Tehrîr El Şamê, gelek nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li herêma Qubtan El Cebel a rojavayê Helebê topbaran kirin. Di encamê de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn. 

SOHR`ê aşkera kir ku şerên dijwar bi çekên giran di navbera her du aliyan de rû dan. Çeteyên Tehrîr El Şam êrişî navendên hêzên hikumeta Şamê yên li herêmên Tifahiye ya li Laziqiyeyê di 11`ê Adarê de kiribû û di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatibûn kuştin.

(şx)