Şêniyên kantona Firatê şehîd Gelî Kobanê oxir kir

Şehîd Gelî Kobanê bi merasîmeke biheybet li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê hat oxirkirin.

17 adar, 2024   13:26
KOBANÊ

Di sedan şêniyên kantona Firatê û endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Komandos Gelî Kobanê bûn.

Şervanê Hêzên Komandos şehîd Gelî Kobanê (Mehmûd Mihemed Hemê) dema li ser erka xwe bi li Şedadê şehîd bûbû. Şehîd bi merasîmeke biheybet li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê hat veşartin.

Endamê Meclisa Giştî a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)`ê a kantona Firatê Salih Nûh sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Dema ku axaftin li ser şehîd tê kirin ziman lal dibê, em çiqas li ser şehîdan bixivin em nikarin degerê keda şehîd temam bikin. Şehîd ew in heqîqet û rûmeta me ya em pê dijîn. Şehîd tu carî koletiyê qebûl nakin û li hember dijmin têkoşînê kirin, em planên qirêj ên dewleta Tirk vala derdixin. Em soza xwîna şehîdan li erdê nehêlin, heta tola şehîdan ji dijmin hilînin.” 

Ji rêveberiya Kongra Star a navçeya Şêranê Litfiyê Silêman jî got: “Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û em ê xwîna şehîdan li erdê nehêlin. Şehîdan ji bo gelê xwe biparêzin canê xwe kirin feda, em jî soz dikin riya wan temam bikin, em tu carî dev ji xeta wan bernadin, em ê tola wan ji dewleta Tirk û hevalbendên wî hilînin.”

Wesîqeya şehîd ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Derya Mihemed ve hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Şehîd bi tililîyên dayikan û bi dirûşmên “Şehîd namrin" spartin axê.

(sş)

ANHA