Rêveberiya deriyê Sêmalka rojên betlaneya cejnê diyar kirin

Rêveberiya deriyê Sêmalka bi boneya Cejna Qurbanê rojên betlaneyê diyar kirin.

Rêveberiya deriyê Sêmalka rojên betlaneya cejnê diyar kirin
10 hezîran, 2024   17:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya deriyê Sêmalka li ser rûpela xwe ya fermî ev hişyarî da û destpêkê Cejna Qurbanê li tevahî cîhana îslamî pîroz kir. 

Rêveberiyê îşaret bi rojên betlaneya cejnê kir û got: "Beşa mirovî/peywendî/ ji roja yekşemê (16-6-2024) ve dest pê dike û roja pêncşemê (20-6-2024) ji nû ve dest bi çûn û hatinê dike.

Rêveberiyê anî ziman ku roja şemiyê anku 15ˊê Hezîranê dê xebata li beşa têkiliyên derbasbûna rêwiyan dewam bike.