Hizbullah: Di êrişa li Menare de kuştî û birîndarên Îsraîlê çêbûn

Hizbullah ragihand ku di encama êrişa li dijî 2 avahiyên li bajarokê Menare de yê bi ser sînorê Lubnanê ve kuştî û birîndarên Îsraîlê çêbûn.

Hizbullah: Di êrişa li Menare de kuştî û birîndarên Îsraîlê çêbûn
10 hezîran, 2024   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Ragihandinê ya Nîştimanî da zanîn ku Hizbullah ragihand ku wê 2 avahiyên artêşa Îsraîlê li bajarokê Menare hedef girtin û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê jî îro ragihand ku 2 mûşekên dijmertal li Menare yê li sînorê Lubnanê ketin.

(mh)