Rêveberê Firinên Siwêdayî spasiya Komeleya Mezopotamyayê kir

Rêveberê Firinên Siwêdayê Mûîn Şelhûb spasiya Komeleya Mezopotamyayê kir ku 50 ard ji herêmê re şand.

Rêveberê Firinên Siwêdayî spasiya Komeleya Mezopotamyayê kir
8 cotmeh, 2025   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Mezopotamya ya Alîkarî û Geşepêdanê bi hevkariya Heyva Sor a Erebî Sûriyeyî kamyonek ard ji Siwêda re şand. 

Rêveberê Firênên Siwêdayê Mûîn Fûad Şelhûb bi bîr xist ku çend rojan firine nedixebitîn û got: "Sedema vê pirsgirêkê kêmbûna ard û sotemeniyê bû. Di heman demê de alîkariyên ku ji aliyê rêxistinênên navneteweyî ve têne şandin ne bi rêk û pêk in. Miqdara ard ê ku tê şandin pêdiviya nîv rojê bi cih nayîne."

Şelhûb da zanîn ku hin firine ji ber kêmbûna madeyên sereke zêdetirî 3 rojan li dû hev nexebitin û di encamê de hilbirîna nan kêm bû.

Şelhûb spasiya Komeleya Mezopotamyayê kir ku 6’ê Cotmehê 50 ton ard ji Siwêdayê re şand û da zanîn ku ard li firinan hat belavkirin û di berdewamkirina hilbirandina nan de bû alîkar.

Komeleyê jî bîr xist ku alîkarî bi hevkariya Hevya Sor a Erebî ya Sûriyeyê, bi çavdêriya Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Wezareta Kar û Barên Civakî û Kar hat şandin. Komeleyê da zanîn ku hewldanên wan di çarçoveya kêmkirina bandora kêmbûna madeyên sereke li herêmên Sûriyeyê de tên kirin.

(bb)