Li Sûdanê nexweşxaneyek hat bombekirin: 8 kuştî

Hêzên Piştevaniya Lezgîn li bajarê Faşirê yê rojavayê Sûdanê êrişî nexweşxaneyekê kir. Hate zanîn ku di encamê de 8 kes hatine kuştin.

Li Sûdanê nexweşxaneyek hat bombekirin: 8 kuştî
8 cotmeh, 2025   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP’ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên bijîşkî,  di êrişa Hêzên Piştevaniya Lezgîn a li herêma Darfor a rojavayê Sûdanê ya li dijî nexweşxaneya Faşir  de 8 kes hatin kuştin.

Li gorî çavkanî, beşa jin û welidandinê hat bombebarkirin, di encamê de 8 kes hatin kuştin  û 8 jî birîndar bûn, her wiha zerar li avahiya nexweşxaneyê û alavên wê bûn.

(bb)