Remziya Mihemed: Em li ser şopa Hêva Erebo ne

Hevseroka TEV-DEM’ê Remziya Mihemed şehîd Hêva Erebo bi bîr anî û destnîşan kir ku ew jineke azad bû û got jinên pêşeng li Kurdistanê ji ber xebatên xwe tên hedefgirtin.

Remziya Mihemed: Em li ser şopa Hêva Erebo ne
8 sibat, 2025   06:20
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Têkoşker û endama Koordînasyona Kongra Star Hêva Erebo 27`ê Çileyê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Başûrê Kurdistanê şehîd bû. Der barê têkoşîna şehîd Hêva Erebo û êrişên li ser jinan de, hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziya Mihemed ji ajansa me re axivî.

Remziya Mihemed di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û qetilkirina jinên pêşeng û got: "Demeke dirêj e dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anku cihê lê pêşengên civakê hene û civaka wê di nava birêxistinbûnekê de ye, êrişan dikin. Bi van êriş û kiryarên xwe yên hovane di serî de jinên ku bi salan ji bo parastina nasnameya xwe ye û neteweya xwe û ji bo azadiyê tê dikoşin, dikin armanc. Di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê de ku wek Şoreşa Jinan tê naskirin, berhemên jinan û têkoşîna wan li pêş in.”

Remziya Mihemed diyar kir ku tevî hewldanên bêdengkirina jinan jî jinan karî di nava şoreşê de roleke mezin bilîzin û di hemû qadan de cih bigirin û wiha dom kir: “Li hemberî van xebatan rojane êriş li ser jinan zêde dibin û jinên têkoşer û pêşengên şoreşê tên hedefgirtin. Di qada leşkerî de gelek jinên qehreman wekî Şervîn, Jiyan û gelekên din, hatin qetilkirin. Jinên di qada civakî de dixebitîn wekî Zehra Berkel, Hevrîn Xelef, Menîce, Yûsra, Rîhan, Zeyneb Sarûxan, jinên ji pêkhateya Ereb wekî Hind, Seîda û Kerem jî hatin hedefgirtin. Ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lê belê li seranserî Kurdistanê êriş li ser jinan tên kirin; li Başûrê Kurdistanê Zozan, Zîlan, Sozdar û herî dawî Salîhe jî hatine hedefgirtin.”

Di axaftina têkildarî kesayet û tevgera şehîd Hêva Erebo de Remziya Mihemed destnîşan kir ku ew di nava gelê xwe de li Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê xebat û têkoşîneke bêhempa daye meşandin, di nav tevahî pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî xebateke bê ferq û cudahî pêşkêş kiriye û ev tişt anî ziman: “Bêyî ku rêvebereke desthilatdar be xebata xwe dida meşandin, şehadeta wê ji bo tevgera azadiya jinan berdêlek û windahiyeke pir mezin e, lê dema ji bo me şehîd nirxê şoreşa me be, em ê destkeftiyên şoreşa xwe mezintir bikin.”

`HEVAL HÊVA JI BO ME NIMÛNEYA JINÊN AZAD E’

Remziya Mihemed bal kişand ser xebatên ku bi şehîd Hêva Erebo re kirine û da zanîn ku wan bi salan bi hev re hevaltî û xebat di nava tevgera jinan û sîstema Rêveberiya Xweser de dane meşandin û wiha got: “Mirov dema li kesayeta Hêva Erebo dinêre mirov birêxistinbûyîna jinan dibîne, mirov tê de nazikbûn, bedewî, doz û estetîka jinan dibîne. Mirov dema li qadên jiyanê yên li Rojava digere berhemên wê dibîne, ji bo me nimûneya jinên azad e. Em çawaniya xebitîna jinan ji heval Hêva fêr bûn. Wê di damezirandina Rêveberiya Xweser de cih girt, li kêleka hevalên xwe bû û karîbû her roj moral û fêrbûnê bide. Dikarî ji her kesayetekê rêveberekê derxe, dema derbasî herêmên rizgarkirî bû, li wan deveran birêxistinbûna jinan û civakê dida avakirin. Heval Hêva di piştgirî û destekdayîna koçberên Efrînê û Şengalê de cih girt, ji bo koçberên Efrînê li Şehbayê di avakirina kampan de jî cih girt, tişta destpêkê ku di hundirê kampan de danî, lîstokên zarokan bû. Gelek jinên ku xwestin rola xwe bilîzin, ji bo wan heval Hêva nimûneyeke pir mezin bû.”

Remziya Mihemed diyar kir ku ew di şexsê şehîd Hêva Erebo de nimûneya felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” û projeya Rêveberiya Xweser a neteweya demokratîk dibînin. Wan li cem wê çawaniya avakirina yekitiya jinan li herêmê dîtiye û wiha dom kir: “Ew rihê neteweya demokratîk di nava civakê belav dikir, kesayeta wê ji bo min nimûneyeke pir mezin e û îradeyeke ku tevahî jinan temsîl dike. Pêwîst e em barê wê rakin, hêvî û xeyalên wê pêk bînin.”

Remziya Mihemed destnîşan kir ku wekî wan bi hev re ji destpêkê ve soz dane, ew ê her li ser şopa hevala xwe îehîd Hêva Erebo be, ew ê ji bo ku tevahî jinan bigihînin azadiyê, jinan ji êş û azaran xilas bikin, xebatê xwe bidomînin û ew ê êrişên dagirkeriyê ji bo wan nebin asteng.

ANHA